Xizmên Windayan: Bila faîl bên darizandin 2024-04-06 15:29:08     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Amed, Êlih û Îzmîrê Xizmên Windayan aqûbeta windayên xwe  pirsîn û gotin ku dê dev ji daxwaza edaletê bernadin.    Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Xizmên Windayan ên Amed, Êlih û Îzmîrê vê hefteyê jî çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin û faîlên wan bên darizandin” li dar xistin.    Amed   Xizmên Windayan û Şaxa ÎHD’a Amedê di hefteya 791’emîn a çalakiya “Bila windakirî bên dîtin û faîlên wan bên darizandin” de li pêşiya Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyolu ya Rezanê hatin gel hev. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî tev li çalakiyê bûn. Çalakvanan wêneyên windakiriyan hilgirtin û di çalakiya vê hefteyê de serpêhatiya Serokê Şaxa Saglik-Sen a Amedê Necatî Aydin hate vegotin ku d 4’ê nîsana 1994’an de hatibû windakirin.    Serokê Şaxa ÎHD’ê Ercan Yilmaz bertek nîşanî tundî û êrişa polîsan a li dijî çalakvanên li dijî xespkiririna hilbijartinê daketin kolanan da.    Piştre jî hevjîna Necatî Aydin, Suheyla Aydin axivî û wiha got: “Ez ji welatekê lê sirgun bûma têm. Hevjînê min di 5’ê nîsanê de birin edliyeyê û hate windakirin. Gundiyan ew li nav zeviyê binaxkirî dîtin. Di berîka wî de cuzdana me ya zewacê hebû û wisa nas kirin. Hêj faîl nehatine dîtin. Li gorî me faîl diyar in lê di tariyê de hatin hiştin.”    Serpêhatiya Necatî Aydin ji hêla endamê Şaxa ÎHD’a Amedê Firat Akdenîz ve hate xwendin. Firat, da zanîn ku Aydin di 27’ê adara 1994’an de li mala xizmekî xwe dema li mêvandariyê li gel xwediyê malê û zarokekî 5 salî hatiye binçavkirin. Firat, got ku 4 roj piştre hevjîna Aydin û kesên pê re hatin berdan lê Aydin di 4’ê nîsana 1994’an de birin Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM). Firat, wiha domand: “Necatî Aydin li dirûşmê ji parêzer re got; ‘dadgehê ez berdam lê polîs min bernadin.’ Tevî ku hatibû berdan jî tu kesî nedît ku ji edliyeyê derketibe. Ji wê rojê ve tu agahî jê nayên girtin.”    Piştre jî Firat pêvajoya dadgehê vegot. Firat, destnîşan kir ku cenazeyê Aydin di 9’ê nîsana 1994’an de li ser rêya Farqînê li nêzî Qereqola Cendirmeyan a Kagitliyê hatiye dîtin û di rapora otopsiyê de gelek şopên îşkenceyê hatine tespîtkirin û bi yek guleya li serê wî hatiye xistin hatiye kuştin. Her wiha Firat anî ziman ku malbatê serî li DMME’yê daye û Tirkiye hatiye mehkûmkirin. Firat, herî dawî got ku çend sal jî derbas bibin ew ê dev ji pirsîna aqûbeta Aydin û hemû windakiriyan bernedin.    Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.    Êlih    Xizmên Windakiriyan û Şaxa ÎHD’a Êlihê jî di hefteya 627’an de li pêşiya Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê çalakiya xwe li dar xistin. Di çalakiyê de pankarta “Bila windakirî bên dîtin û faîl bên darizandin” û wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Mahmût Demîrel hate pirsîn ku di 2’yê nîsana 1994’an de li bajêr ji hêla “kesên nasnameya wan nediyar” ve hatibû revandin û windakirin.    Metna daxuyaniyê ji hêla Rêveberê Şaxa ÎHD’ê Huseyîn Elçî ve hate xwendin. Huseyîn got ku heta windakirî tên dîtin û faîlên tên darizandin dê têkoşîna wan bidome. Piştre jî serpêhatiya Mahmût Demîrel hate xwendin.    Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.    Îzmîr   Şaxa ÎHD’a Îzmîrê jî çalakiya xwe ya “Bila windakirî bên dîtin û faîlên wan bên darizandin” li pêşiya Sumerbank a Kevin a li Konakê li dar xist. Di çalakiyê de pankartên “Windakirî wijdan in xwedî lê derkeve” û “Faîl diyar in windakirî li ku ne” hatin vekirin. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di çalakiya vê hefteyê de serpêhatiya Sabahattîn Kurt ê di 30’ê adara 1972’yan di Komkujiya Kizildereyê de hatiye qetilirin û windakirin hate xwendin.    Kurdiya daxuyaniyê ji hêla Hevseroka Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Zîlan Gumuş ya bi tirkî jî ji hêla ji rêveberên şaxê Caner Canli ve hate xwendin.