Li Edenê êrişî xwendekara zanîngehê hate kirin 2024-04-06 11:41:28       EDENE - Xwendekara zanîngehê Serbu Ece dema li wesayîta xwe siwar dibû rastî êrişa çekdarî ya kesekî hat.    Xwendekara zanîngehê Serbû Ece (22) duh bi şev dema li taxa Beyazevler a navçeya Çukurova ya Edeneyê li wesayîta xwe siwar dibû, rastî êrişa çekdarî ya kesekê nasnameya wî nehat zanîn hat. Êrişkar ji cihê bûyerê reviya û piştî agahdarkirina welatiyên li derdorê, li cihê bûyerê polîs û komên tenduristiyê hatin sewqkirin. Serbu, ji lingê xwe birîndar bû û piştî mudaxileya ewilî rakirin nexweşxaneyê. Faîlê bûyerê hêj nehatiye girtin û derheqê bûyerê de lêpirsîn hate destpêkirin.