Peyama jinên Wanê: Têkoşîna jin û ciwanan bi ser ket 2024-04-06 09:06:34     Rojda Aydin- Zelal Tunç    WAN - Jinên ku di nava serhildana dîrokî ya Wanê de cih girtin, diyar kirin ku ji ber mazbatayê girtin gelek kêfxweş bûne û gotin têkoşîna jin û ciwanan bi ser ket.   Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê sedî 55,48 dengan bi dest xist û Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan hevşaredar hatin hilbijartin. Piştî ku mazbata hevşaredar Abdullah Zeydan nehat dayîn li kolanên Wanê serhildanek dîrokî dest pê kir û du rojan berdewam kir. Piştî du rojan desthilatdarî paşv gav avêt û mazbataya DEM Partiyê duh da.   Jinên ku di nava serhildanê de cih girtin, hêst û ramanên xwe anîn ziman.   ‘Berxwedana jinê serket’   Hevseroka DBP’ê ya Rêya Armûşê Dîlan Çelîk jî got ji ber mazbatayê girtine gelek kêfxweş in û wiha got: “Ji roja destpêkê ve bi pêşengiya jin û ciwanan serhildanek mezin pêk hat. Jinan xestpkirina vînê qebûl nekirin. Ji ber vê yekê jî em jin bi ser ketin. Bijî demokrasî, bijî jin û bijî jinên kurd. Ev sê meh in me li her kolan, kûçe û malan xebatên xwe yên hilbijartinê meşand û xebatek bêhempa hat meşandin. Jinan li dijî xestpkirina vînê bi awayek xûrt xwedî derketin. Ya ku xebitî, li ber xwe da û bi ser ket jin bûn.”   ‘Bi vê serhildanê ve gelê Wanê yekîtî xwe da nîşandan’   Gursen Işik a ku esnafe û li dijî vê bêhiqûqiyê dikana xwe girt û tevlî çalakiyan bû, ev tiştan anî ziman: “Li dijî xespkirina vîna gel ji 7 salî heta 70 salî hemû kes rabûye li ser piyan û wiha pê de çû: “Ji ber ku ev vîna me bû û dihat xespkirin. Ev serkeftin encama xebatên sê mehan bû. Hemû hevalên me ligel hewaya sar jî xebatên xwe meşandin. Ji ber vê bêhiqûqiyê tu kes vê xespê qebûl nedikir. Ji ber ku ev kesa sedan û hezaran hevalên me ye. Xwestin komployekê çê bikin. Ger ku hevserok nedihat qebûlkirin wê demê bila YSK roja ewilî dosyeyê bişanda û me dikaribû li şûna wê namzetek nû nîşan bidin. Bi rihê yekîtiya gelê Wanê û gelên ji derdorê hatin em bi ser ketin. Li Tirkiyeyê careke ewiliye ku ji bo şaredariyê xwedî derketinek bi vê rengî dîtim. Ji ber ku hin partî jî xwedî derketin. Hemû kes vê biryarê qebûl nekir. Ji ber ku komployekê bi zanebûn bû. Ev biryara ku dan ve carekedin nîşanê me dan ku li Tirkiyeyê heq û hiqûq tuneye. Berxwedana gel, esnaf, jin û ciwanan ve em çixwasî serfiraz bin jî dîsa kêm e. Esnafên vê derê jî li dijî vê biryarê dikanên xwe girtin û bi vê rengê bertek nîşandan. Me got ku ‘ger şaredariya me biçe em tu tiştekê naxwazin.’ Em neçûn malên xwe û me fitara xwe venekir. Em ji ber ev sekna gelê xwe spasiyê dikin. Bi vê serhildanê ve gelê Wanê yekîtî û têkoşîna xwe da nîşandan. Kes nikare tişta ku eydê me ye ji me bigire. Berxwedan her tim ber bi serkeftinê ve diçe.”   ‘Gelê Kurd yekîtiya xwe ava kir’   Dayika bi navê Fazîle Polat jî bi van gotinan hêstên xwe anî ziman: “Ez vê hilbijartinê li hemû gelên serhildêr û aştîxwaz pîroz dikim. Gelê Wanê serhildanek mezin pêk anî. Bila hemû kes xwe baş bizanibe. Gelê Kurd bûye yek. Ez mizginiyê didim tevahiya kurdan. Gelê Kurd yek e û tifaqa xwe çêkiriye. Em gelek serfirazin ku dayîkên ew ciwanên serhildêrin. Me her çixwasî êş kişandibe jî dilê me kêfxweş e îro. Em serfiraz in. Kurd ne kurdên berê ye. Li her derê êş yek e. Ciwanên me heta ku mazbataya hevşaredarê me nehat dayîn li kolanan bûn û li berxwe dan. Di encama berxwedanê de mazbata hat dayîn.”   ‘Şaredarî ya me ye, Wan ya me ye’   Jina bi navê Adîle Işik jî got ji ber vê serkeftinê gele xweşin û wiha pê de çû: “Kêfa me gelek xweş e, em bi ser ketin. Em ê her tim bi ser kevin. Em heqê xwe ji dijmin re nahêlin. Em bi ser ketin, wiha hat dê wisa jî derbas bibe. Şaredarî ya me ye, Wan ya me ye. Me qirêj kir, me paqij kir. Dê hertim paqij be jî. Bila tu şaredarî xiyanetiyê neke. Mal mala me ye, şaredarî ya me ye.”   ‘Em ê xwe û bajarê xwe rêve bibin’   Hevseroka DEM Partiyê ya Tûşbayê Fatma Erbaga jî destnîşan kir ku wan şev û roj xebatên hilbijartinê meşandine û got di encama serkeftinek mezin de mazbataya xwe girtine. Fatma, wiha dom kir: “Me bi zor û zehmetiyek mezin mazbataya xwe girt. Di encama têkoşînê de hat hildanê. Bi saya têkoşîna ciwanan de me girt. Xwedî derketinek mezin li derve çêbû û em spasiya wan jî dikin. Têkoşîna me ji vir şûnde nû dest pê dike. Em ê dest bi xebatên xwe bikin. Em ê her tim di nava gelên xwe de bin. Em ê xwedî şaredariya xwe jî derbikevin. Em ê xwedî tax û kolanên xwe derbikevin. Em ê xwe û bajarê xwe rêve bibin."