Li Wanê Nobeta Edaletê di roja 123'yan de ye 2024-04-05 15:52:27     WAN - Nobeta Edaletê ya li Wanê di roja 123'ayn de dewam dike. Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Neslihan Şedal di çalakiya Nobeta Edaletê de wiha got:"Îro heger em serkeftinekê bi dest dixin ev jî bi saya hevalên me yên têkoşîna xwe didomînin û bi saya dayikên me ne."   Nobeta Edaletê ya ku li Wanê bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) hatiye destpêkirin, di roja 123’yan de li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Bajar berdewam kir. Gelek xizmên girtiyan tev li nobetê bûn. Di çalakiyê de gelek caran dirûşma “Bijî Serok Apo”,"Bijî berxwedana zindanan" hate berzkirin. Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin ên Wanê Neslihan Şedal, Abdullah Zeydan, TJA, DEM Partî, parlamenterên Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyigit, Pervin Buldan, Mahmut Dindar, Zulkuf Uçar û gelek welatî tevli çalakiyê bûn.    'Wê têkoşîn dewam bike'   Neslihana ku di nobetê de axivî da zanîn ew ê ji bo jiyaneke azad têkoşînê bidomînin û wiha got:"Ev demek e dirêj e çalakiya dayikan dewam dike. Ji bo tecrîda li girtîgehan bi dawî bibe û ji bo çareseriyeke demokratîk çalakiya hevalên me yên li girtîgehan dewam dike. Îro heger em serkeftinekê bi dest dixin ev jî bi saya hevalên me yên têkoşîna xwe didomînin û bi saya dayikên me ne."   'Gelê Wanê dîrok nivîsandiye'    Piştre Abdullah Zeydan da zanîn gelê Wanê dîrok nivîsandiye û wiha pê de çû:"Her 14 şaredarî me girt û gelê me di vî warî de dîrok nivîsand. Em gelê xwe pîroz dikin. Çalakiyên dayikan û girtiyên siyasî dewam dike. Di vê pêvajoyê de gelê kurd xwe eşkere diyar kir. Ev yekîtiya gelê kurd wê bibe sedema bidestkirina pêvajoyeke nû. Wê tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan rabe."   Nobetê bi dirûşmên, “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî Serok Apo” û bi gotina kilaman dewam kir.