‘Edeleta ji bo malbata Şenyaşar ji bo her kesiye’ 2024-04-04 22:36:39   ENQERE- Emîne Şenyaşar di roja 68’emîn Çalakiya Nobeta Edeletê ya li ber Wezareta Dadê didomîne. Li ber wezaretê pankarta ‘em 5 sal in edeletê dixwazin. Bi wezaretekê re bêdadî hebe hemû kesên bêdeng jî sûcdarin’ vekirin.   Parastvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatibûn qetikirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (DEM Partî) yê Rihayê Ferît Şenyaşar ku ji êrişê bi birîndarî xelas bûbû, Nobeta Edaletê veguhestibûn pêşiya Wezareta Dadê. Nobet, di roja 68’an de berdewam kir. Partiya Lîberal, Weqfa Vîcdan, Bav-Der, Platforma KHK’ê ya Enqereyê, Komeleya Însiyatîfa Maf çûn serdana malbatê.   Serokê giştî yê Partiya Lîbgeral Zubeyîr Gulabî axivî û da zanîn ku mixabin hîna edelet pêk nehatiye û got divê demildest hiqûq pêk bê û edeleta ji bo malbata Şenyaşar ji bo her kesiye.   Piştî fitarê Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar derbasî meclîsê bûn.