Li Mannheîmê 4’ê Nîsanê hat pîrozkirin 2024-04-04 19:42:52   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li bajarê Mannheîm a Almanyayê bi çalakiyek ji aliyê Meclîsa Jinan a Ronahî Berîvan ve hate pîrozkirin.   Çalakiya ku jin, zarok û gelek welatparêz beşdar bûn, saet di 15:00’an de li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Mannheîmê destpê kir.   Di axaftinan de serketina hilbijartinê ya DEM Partiyê û rojbûna Abdullah Ocalan bi hev re hatin pîrozkirin, hat gotin ku "Rojbûna Rêber Apo li hemû mirovahiyê pîroz be. Em her tim dibêjin, baş e ku Rêberekî me yê mîna Rêber Apo heye."   Pîrozbahî bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.