Di Nobeta Edaletê de rojbûna Abdullah Ocalan hat pîrozkirin 2024-04-04 16:42:17     NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiya Nobeda Edaletê de rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat pîrozkirin.    Çalakiya Nobeta Edaletê ku bi daxwaza azadiya fîzîkî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk hatiye destpêkirin, îro jî li gelek bajaran berdewam kir.    Wan   Nobeta Edaletê ya ku li Wanê bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) hatiye destpêkirin, di roja 122’yan de li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Bajar berdewam kir. Gelek xizmên girtiyan tev li nobetê bûn. Bi boneya 4’ê Nîsanê roja jidayikbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan paste hate birîn. Di çalakiyê de gelek caran dirûşma “Bijî Serok Apo” hate berzkirin.   Vasfiye Kiye di nobetê de axivî û got ku xelkê Wanê du rojan berxwedaneke mezin raber kir. Kiye, wiha domand: “Me barê li ser milê xwe avêt û ji qeyûm re got ‘na.’ Me bajarê xwe azad kir. Dora azadkirina birêz Ocalan û hemû girtiyên berxwedêr e. Heke em bibin yek û berxwedana xwe bidomînin, dê rojên geş û xweş bibînin. Ne tenê li Wanê, em li her derê bi ser ketin. Heke me ev têkoşîn nemeşanda dê her derê ji me bistînina. Em ê bibin yek û bi ser kevin. Dê birêz Ocalan azad bikin.”    Piştre jî dayikan pasteya rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan birîn.    Mêrdîn   Nobeta Edaletê ya li avahiya Rêxistina DBP’a Mêrdînê hatiye destpêkirin jî di roja 88’an de berdewam kir. Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan nobet domandin û stranên berxwedanê hatin gotin. Rojeva çalakvanan rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bû û her wiha berxwedana xelkê Wanê jî hate silavkirin. Çalakvanan dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin.   Ji Dayikên Aştiyê Sûltan Acibuca gotin ku ew rojbûna Abdullah Ocalan pîroz dikin û daxwaza azadiya Ocalan û girtiyan dikin. Acibuca got ku gelê kurd girêdayî hev e û heta Abdullah Ocalan azad nebe, dê tevahiya kurdan di tecrîdê de bên ragirtin. Acibuca wiha domand: “Em dixwazin Serokê me demek beriya demekî were berdan. Em naxwazin cenaze ji girtîgehan derkevin. Êdî bes e.”