Meşa Amarayê bi dirûşmeyan bi dawî bû 2024-04-04 15:47:34     RIHA - Rêya ber bi Amarayê ve diçû ji hêla leşkeran ve hat girtin. Ligel vê yekê girseya ku li Xelfetiyê gihaştin hev, bi dirûşmeyan rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz kirin.    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 25 sal in li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di tecrîdê de tê ragirtin, kete 75 saliya xwe. Bi boneya 4’ê Nîsanê roja jidayikbûna Abdullah Ocalan ber bi gundê Amarayê yê Xelfetî ya Rihayê ve meş hate lidarxistin. Meş, bi dirûşma “Ji bo azadiyê ber bi Amarayê ve” hat lidarxistinb. Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirina re (MEBYA-DER), Federasyona Hiqûqî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya MED’ê (MED TUHAD-FED), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) pêşengtiya wê meşê kir.    Ligel her cure astengiyan welatiyên ku ji Kurdistan û Tirkiyeyê bi rêketin gihaştin Xelfetiyê. Girse berê xwe da avahiya Rêxistina DEM Partî ya Xelfetiyê. Avahiya partiyê ji hêla leşker û cendermeyan ve hat dorpêçkirin. Girse bi dirûşmeyan bertek nîşanî dorpêçê da.    Dû re bi dirûşma "Be Serok jiyan nabe" meşa ber bi Amarayê ve hat bidawîkirin.