Li Mexmûrê 4’ê Nîsanê bi coşek mezin tê pîrozkirin 2024-04-04 13:32:59     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Mexmûrê, 16’emîn Mihrîcana Çand û Werzîşî ya 4’ê Nîsanê ku her sal ji bo rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah  Ocalan tê lidarxistin di roja 3’yemîn de bi şahiyek girseyî didome.   Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûrê), 16’emîn Mihrîcana Çand û Werzîşî ya 4’ê Nîsanê ku her sal ji bo rojbûna Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan tê lidarxistin di roja 3’yemîn de bi şahiyek girseyî didome.   Şahî li navenda Çand û Hunerê ya Mexmûr bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî Şehîdên Azadiya Kurdistan destpê kir. Piştî rêzgirtinê axaftina vekirinê ji aliyê Hevberdevka Komîteya Qada Perwerdeyê ya Mexmûrê Hêlîn Kara ve hat kirin.   Hêlîn Kara di destpêka axaftina xwe de 4’ê Nîsanê li Abdullah Ocalan, şervanên azadiyê, çalakvanên zindanan û tevahî gelê Kurd pîroz kir û got: “Em 75’emîn rojbûna Rêber Apo ku bi fîzîkî azadiya Rêber Apo mîsoger bike pêşwazî dikin. Em vê rojê tenê wek rojbûna Rêber Apo nagirin dest, ji ber ku wek civak em hemû rûmeta xwe tê de dibînin, wek jin em azadiya xwe tê de dibînin, wek zarok û ciwan em hêviya pêşeroja xwe tê de dibînin. Ji ber wê em dibêjin roja ji dayîkbûna Rêber Apo roja parastin û xwedîderketina li civaka xwe û parastina mafê xwe ye. Îro em dibînin fikir û felsefeya Rêber Apo hemû sînorên welatan derbaz dike û naskirinekî pir berfireh çêdibe. Ji ber wê sedema tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo eve ku ev felsefe bibe felsefeyekî jiyanî ya hemû mirovahiyê.   Asta têkoşînê ya gerîlayan a ku gihiştiyê bi wê ve girêdayî asta berxwedan û têkoşîna gelê Kurd ku îro gihiştiyê astekî binirx û ber bi çav qezenc kiriye. Hemû hêvî û baweriya me ewe ku wê ev hêz bibe azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Li ser vî bingehî rojbûna Rêber Apo li hemû gelê wargehê, bi taybet li Komîteya Perwerdeyê ku her sal ked û xebatek mezin dide pîroz be.”   Piştî axaftina vekirinê, bernameya şahiyê bi koroya dibistana dayîkê destpê kir. Her wiha piştî koroya zarokan paste hat birîn û pişte jî Koroya xwendevanên Navîn bi stranên xwe şahî geş kir.   Şahî wê piştî nîvro jî dewam bike.   Bernameya Şahiyê wiha ye:   * Koro ya dibistana dayîkê.   * Birîna paste.   * Pêşbirka dengbêjî ya di navbera dibistanê seretayî de.   * Xwendina encamên hinek pêşbirkan.   * Pêşbaziya werzîşî yên dibistanê seretayî yên wek torbe, hêk, meşa mêrû û mast.   * Pêşbirkên govendê ya dibistanên seretayî.   * Pêşbirka zanistî ya dibistanên Navîn.   * Koma Şengalê.   * Navenda Hêvî (dîlan)   * Hunermend   * Xwendina encamên pêşbaziyên çand û werzîşî.