ROJEVA 04'Ê NÎSANA 2024'AN 2024-04-04 09:00:00     *  Hiqûqnas Orîvan Mihemed, bal kişand ser tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got: 'Em wek hiqûqnas bang li hemû rêxistinên navnetewî, rêxistinên mafên mirovan û dadgehên navneteweyî dikin ku demildest bikevin tevgerê û komîteyeke ji bo lêkolîn û zelalkirina rewşê ava bikin." BI DÎMEN    *Pirtûka Gulîstan Al a li Girtîgeha Bunyan a Kayseriyê tê girtin a bi navê "Reşo - Şoreşgerek Dilê wî tijî heskirin" ya birayê xwe Şiyar kiriye mijara wê ku di sala 2016'an de li Cizîrê jiyana xwe ji dest da, ji Weşanên Aryenê derket. Gulistanê dibêje, "Tiştê ku em binivîsin tenê dikare bigihîje kesên ku amade ne bibihîzin. Lê ez bawer dikim ku ev pirtûka, dilê Reşo dê xwe bigihîne gelek kesan."   * Hevseroka DEM Partî ya Rihayê Sema Aîşeoglu, diyar kir ku li Rihayê girtina 7 şaredariyan girîng e û got: "Em soz didin ku welatê xwe yê ku ji bajarê Rojê veguherîbû dojehê li dijî Nemrûd, bikin bihuşt." BI DÎMEN    *10 sal di ser damezrandina YPJ’ê re derbas bûn ku yek ji hêzên sereke yên şoreşa Kobanê bû û gav bi gav hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re bû sembola têkoşîna li dijî DAIŞ’ê, ji jinên cîhanê re bû îlham.    *Jinên taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê derbarê 4`ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocelan de dan zanîn ku rojbûna Rêbertî ji bo wan vejîneke nû ye. DÎMEN HEYE