Serkeftina Wanê li Amedê hat pîrozkirin 2024-04-03 22:40:52     AMED -Îadekirina mazbataya Hevşaredarê Bajarê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan, li çar navçeyên Amedê bi coş hat pîrozkirin.   Piştî ku Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK)  mazbataya  ji bo Şaredarê  Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hatibû dayîn da namzetê AKP'ê û pitre jî îade yî  Hevşaredar Abdullah Zeydan kir, li gelek cihan pîrozbahiyên bi coş hatin lidarxistin. Li navçeyên Yenîşehîr, Rezan û Peyas ên Amedê jî pîrozbahiyên bi coş hatin lidarxistin.   Pîrozbahî bi tilîlî û dirûşmeyan pêk hatin   Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê, hevşaredarên navçeyan û gelek welatî beşdarî pîrozbahiya ku li çar navçeyan hat lidarxistin bûn. Li gel stranên bi coş govend hatin gerandin, gel gelek caran bê navber dirûşmÊn "Wan rumetame ye", "Bijî berxwedana Wane", Dem ya me ye Şaredarî ya me ye" berz kirin.   Pîrozbahî bi gerandina govendê û fîşekên hewayî bi dawî bû.