DAKAP: Em ê li dijî polîtîkayên qeyûm li ber xwe bidin 2024-04-03 20:46:17   AMED - DAKAP'ê li dijî hewldana desteserkirina îradeya gel a li Wanê daxuyaniyek da û got, "Em wekî jinên demokratîk ku jiyana wekhev û azad diparêzin, li dijî polîtîkayên mêtinger ên 8 sal in ku tên meşandin, li ber xwe didin û pergala hevserokatiyê parast, em ê piştî îro jî bi biryardariyeke mezintir têkoşîna xwe bidomînin."   Li dijî desteserkirina îradeya gelê Wanê ya di hilbijartinên herêmî de ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP’ê ve li gelek cihan daxuyanî hatin dayîn. Bi vê boneyê di pêşengiya Platforma Jinan a Dîcle Amed  (DAKAP) de bi tevlibûna hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê û hevşaredarên navçeyên Amedê û gelek kesî daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de peyamên piştgirî û yekîtiyê hatin dayîn.   'Têkçûna herî mezin a AKP'ê ya hilbijartinê'   Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bersiva dîrokî ya gelê Kurd a li dijî rejîma qeyûm ji aliyê hikûmetê ve hatiye paşguhkirin û wiha hat gotın, "AKP'a ku di jiyana xwe ya siyasî de têkçûna herî mezin a hilbijartinê dît, careke din hewl da îradeya gelê Kurd ji nedîtî ve bê. Wek tê zanîn; Hevşaredarê me yê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan hemû rê û rêbazên qanûnî bi dawî kir û serî li Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) da û di encamê de namzetiya wî ji aliyê YSK'ê ve hat qebûlkirin.  Abdullah Zeydan bi piştgiriya piraniya xelkê Wanê hat hilbijartin."   'Daxwaza ne rewa bi piraniya dengan hat qebûlkirin'   Di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de, tevî xebatên hilbijartinê yên ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP’ê ve yêN di şert û mercên newekhev û sextekariya dengan hat kirin de jî hat destnîşankirin ku li Wanê serkeftineke dîrokî hat bidestxistin û wiha hat gotin, “Dizanin ku nikarin bi ser bikevin û  AKP'ê li hemberî hevşaredarê Wanê komplo pêk anî.  Lijneya Hilbijartinê ya Wanê jî bi piraniya dengan ev daxwaza neqanûnî û ne rewa ya ku vîna gel nas nake qebûl ki û mazbata da namzedê AKP'ê.."   'Em ê têkoşîna xwe bi biryardarî bidomînin'   Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku jin di her şert û mercî de bi biryardarî têkoşîna xwe didomînin û biryardariya wan wê bidome û wiha hat gotin: “Çawa ku em jinên ku siyaseta demokratîk, jiyana wekhev û azad diparêzin, li dijî polîtîkayên mêtingeriyê yên ku tên meşandin li ber xwe didin û pergala hevserokatiyê diparêzin, em ê piştî îro jî bi biryardariyeke mezin têkoşîna xwe bidomînin. Di serî de li Şardariya Wanê li tu şaredariyan em ê nehêlin ku vîna gel desteser bikin."