Rojnameger Medîne Mametoglu û gelek kesên din binçav kirin 2024-04-03 19:01:25     WAN - Di êrîşa polîsan a li hemberî girseya ku piştî daxuyaniya çapemeniyê ya li Wanê meşiyan de herî kêm 150 kes hatin binçavkirin.   Piştî daxuyaniya çapemeniyê ya li Wanê bi dawî bû, bi deh hezaran kes ber bi Edliyeya Wanê ve meşiyan. Bi deh hezaran welatî derketin kolana Mereşê û bi dirûşmeyan ber bi Edliyeya Wanê ya ku Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr lê ye ve meşiyan. Di dema meşê de polîsan bi gaza îsotê û fîşekên plastîk êrîşî girseyê kir. Di dema ku nêzî 150 kes hatin derbkirin û binçavkirin de, hat parvekirin ku rojnameger Medîne Mamedoglû ya ku nûçe dişopand jî ji aliyê polîsan ve hatiye derbkirin û binçavkirin.   Hate hînbûn ku kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Wanê.