Leyla Guven tevli merasîma cenazeyê birayê xwe bû 2024-04-03 16:29:26     KONYA - Hevseroka KCD'ê ya girtî Leyla Guven beşdarî merasîma cenazeyê birayê xwe Mustafa Guven bû.   Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven beşdarî merasîma cenazeyê birayê xwe Mustafa Guven ê li bajarê Lînz ê Awûstûryayê li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da bû. Leyla ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê girtî ye anîn gundê Yapali yê navçeya Cîhanbeylî ya Konyayê ku danê sibehê merasîma cenaze lê hat kirin. Leyla piştî merasîma cenaze sersaxî qebûl kirin.   Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasyê ya Gelan (DEM Partî) Ferît Şenyaşar û Burcugul Çubuk jî gelek kesî Leyla bi tenê nehiştin. Leylaya ku piştî demekê sersaxî qebûl kir, dîsa birin Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê.