Li Mêrdînê hevşaredaran mazbata girtin û ber bi Wanê ve ketin rê 2024-04-03 15:55:53     MÊRDÎN - Hevşaredarên Bajarê Mezin ên DEM Partiyê yên Mêrdînê Devrîm Demîr û Ahmet Turk îro bi gel re çûn edliyeyê û mazbatayên xwe wergirtin. Piştre Hevşaredar ber bi Wanê ku îradeya wê hatiye desteserkirin bi rê ketin.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partiyê) bi ferqeke mezin a dengan li 6 şaredariyên navçeyan û Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê bi dest xist. Hevşaredarên Bajarê Mezin Devrîm Demîr û Ahmet Turk ji bo wergirtina mazbatayên xwe bi gel re hatin cem hev. Girseya ku ji ber avahiya DEM Partiyê ber bi Edliyeyê ve meşiya, xwest îradeya Wanê bê erêkirin. Gelek caran dirûşmên "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" û "Wan vîna me ye" hatin berzkirin.   Hevşaredaran piştî wergirtina mazbatayê daxuyaniyeke çapemeniyê dan û ji bo desteserkirina îradeya gelê Wanê paşve vegerînin ber bi Wanê ve ketin rê.   Hevşaredarên Qoserê Hamdiye Turgay Bîlek û Zeynî Îpek jî mazbateyên xwe wergirtin û piştevaniya xwe bi gelê Wanê re anîn ziman.