Li dijî êrişan li Şengal meş hat lidarxistin 2024-04-03 15:23:28     NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiya li Şengalê ya li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û hevkariya PDK’ê hatî lidarxistin de, peyama “Dewleta Tirk nikare vê meşa azadiyê rawestîne” hate dayîn.   Piştî êrişa hewayî ya duh li nêzî kampa Serdeştê ya Şengalê li dijî wesayîteke sivîl pêkhat û di encamê de du jin birîndar bûn, Rêveberiya Xweser a Şengalê bang li gel kir, tevlî meşa îro ya Sinûnê bibin. Gel jî li ser banga Rêveberiya Xweser a Şengalê, ji herêmên Ereban, ji aliyê Qibletê û navenda Şengalê berê xwe dan nahiya Sinûnê ya dikeve herêma Şemal a Şengalê. Her wiha hem rûspiyên Şengalê, hem jî hemû sazî û rêxistinên Şengalê tevlî meşêbûn. Rêjeyeke berçav a jinan bi pêşengiya TAJÊ û Jinên Ciwan ên Şengalê jî beşdarê meşêbûn.   Di meşê de dirûşma, ‘Na ji dagirkeriya dewleta Tirk re’ li ser wêneyê fermandarên PDK’ê yên li gel fermandarên Tirk li ser sînor hatiye kişandin hate rakirin. Bi sedan wêneyên şehîdên Şengalê û bi taybet jî şoreşger û pêşengên civaka êzidî yên bi destê dewleta Tirk û PDK’ê hatine qetilkirin hatin rakirin. Girseya gel dirûşmên wekî, ‘Qatil Erdogan’ û ‘Bijî Berxwedana Şengalê’ gotin.   Meş ku ji Meclîsa Gel a Sinûnê destpê kir, heya Çerxerêya Mam Zekî Şengalî dewam kir. Piştî girse gihîşt çerxerêyê daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn. Bi navê Rêveberiya Xweser a Şengalê Qasim Mûrad axivî. Qasim diyar kir, ew dixwazin bi vê meşê peyama xwe bigihînin raya giştî ya cîhanê û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Em di rojên pîroz û dîrokî re derbas dibin. Di dîroka gelê Kurd de bi pêşengiya Egîd û Mazlûman agirê Newrozê hate gurkirin, derbeyeke mezin li koka dijmin hate xistin. Di rojbûna Rêber Apo de jî jiyaneke nû ji bo gelên bindest hate diyarîkirin. Dijminê mirovahiyê Erdogan, xwe li ber van rojên me yên pîroz nagire, êrişan pêktîn e. Di êrişa duh de xelkê me yê sivîl ê ji fermanê rizgar bûne hate hedef girtin.”   Li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Zozan Şengalî piştî Qasim Mûrad axivî û got: “Di serî de hemû şehîdên di rêya azadiyê de canê xwe dane, bibîr tînim. Em bang li tevahiya gelê xwe dikin li hemmber xiyanetê hişyarbin û rê nedin xiyanet di nava me de bijî.”   Zozan her wiha ragihand ku êrîş ne tenê bi balafiran pêk tên û wiha axivî: “Ne tenê bi êrîşên hewayî, bi gelek rê û rêbazan, dixwazin îradeya gelê me tine bikin. Pêwîste gelê me bizanibe ku pîlan li ser têkirin û pêwîste ti kes nebe hevkarê van êrişên li ser me. Bi êrişan wê dewleta Tirk û hevkarên wê nekarin bigihijin armanca xwe. Çiqas êrîş li ser me pêk werin jî, em ê têkoşîna xwe mezintir bikin û bigihijin serkeftinê.”   Daxuyanî bi dirûşmeyên "Bijî berxwedana Şengalê" bi dawî bû.