Xespkirina vîna gelê Wanê di çapemeniya cîhanê de 2024-04-03 14:46:06     NAVENDA NÛÇEYAN - Nedayîna mazbataya Hevşardarê Wanê Abdullah Zeydan ê DEM Partiyê û xespkirina îradeya gelê wanê di çapemeniya cîhanê de cih girt.   Ajansa Reutersê ku navenda wê li Ingilistanê ye, Associated Press (AP) ku navenda wê li Amerîkayê ye û Agence France-Presseyê nedayîna mazbataya Abdullah Zeydan ê weke Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) hate hilbijartin di rojeva xwe de cih danê.    Reutersê nûçe bi serenavê “Tirkiyeyê du rojan piştî hilbijartinê şaredarê kurd bi namzetê desthilatê re guhert” gihand xwînerên xwe. Di nûçeyê de cih da daxuyaniya Hevserokên Giştîyên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan a li ber YSK’ê. Di nûçeyê de her wiha daxuyaniyên partiyên mûxalîf ên têkildarî mijarê cih girtin. Di nûçeyê de her wiha daxuyaniyên partiyên mûxalefetê yên têkildarî mijarê cih girtin.    AP’yê têkildarî darbeya hilbijartinê ya desthilatê wiha got: “Hilbijartinên herêmî yên roja yekşemê hatin kirin, piştî serkeftina par di hilbijartina serokkomariyê û parlamenteriyê de bi dest xist ji bo Erdogan û AKP’ê bû darbeyek.” Di nûçeyê de qala serkeftina CHP’ê û DEM Partiyê hate kirin û bal kişand ser protestoyên piştî biryara Abdullah Zeydan dest pê kirin.    AFP’ê jî wiha got: “Di hijbijartinên herêmî yên roja yekşemê hatin kirin de li Wanê ji DEM Partiyê Abdullah Zeydan bi ser ji sedî 55’an deng wergirt, desthilatê bi biryara dadgehê ya deqîqeya dawî hilbijartin betal kir.” Di nûçeyê de wiha hate gotin: “Îmamoglû yê weke namzetê serokkomariyê yê pêşerojê tê dîtin û li Stenbolê jinûve hate hilbijartin, li ser hesaba xwe ya X’yê diyar kir ku ev biryar nayê qebûlkirin. Îmamoglû, bang li desthilat û komîsyona hilbijartinê kir ku ji vîna gel re rêzê bigirin. Di daxuyaniya DEM Partiyê de hate diyarkirin ku sedemê nedayîna mazbataya Abdullah Zeydan ew e ku pêşiyê li namzetên AKP’ê yê tenê ji sedî 27 hatiye hilbijartin veke.”