Li Şirnexê encamên rasyeqîn li avahiya DEM Partiyê hatin daliqandin 2024-04-03 13:29:20     ŞIRNEX - Li Şirnexê encamên hilbijartinên herêmî yên rastyeqîn li avahiya DEM Partiyê hatin daliqandin.   AKP'ê li Şirnexê bi veguhestina leşker û polîsên ku anîn bajêr dengê wan bi kar anî îradeya gel xesp kir. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Part) a Şirnexê, derbarê ku kîjan partiyê di hilbijartinê de çen deng girtine û çend deng ji aliyê leşker û polîsan ve hatine bi kar anîn de pankartek bi avahiya xwe dakir û dane parve kirin.   Di pankartê de hate diyarkirin ku hejmara dengên DEM Partiyê 15 hezar û 553, hejmara dengên AKP’ê 11 hezar û 492 û hejmara leşker û polîsên hatine veguhestin jî 6 hezar û 541 e.