Li Geverê hevşaredaran mazbatayên xwe girtin 2024-04-03 13:20:59     COLEMÊRG - Hevşaredarên DEM Partiyê, meclîsên şaredariyan û endamên Meclîsa Giştî ya Bajarêr ku li Geverê bi rêjeya ji sedî 78,75'ê dengan hatin hilbijartin, mazbatayên xwe wergirtin.   Li Geverê ya Colemêrgê di hilbijartinên herêmî de Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya  Gelan (DEM Partî) bi 28 hezar û 352 dengan û bi rêjeya ji sedî 78,75 ê dengan şaredarî bi dest xist. Piştî bidawîbûna dewreyên fermî yên îtîrazê, îro hevşaredarên Geverê, endamên meclîsê û endamên Meclîsa Giştî ya bajêr mazbatayên xwe wergirtin. Mazbata ji  Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê ya Geverê hatin wergirtin, hevserok Şadiye Kirmizigul, Şoreş Dirî û endamên meclîsê daxuyanî dan.   'Hemû mazbata  yên Geverê yên DEM Partiyê ne'   Hevşaredara Geverê Şadiye Kirmizigul a ku di daxuyaniyê de ewil axivî, xwest ku mazbatên ku hatine wergirtin bibin sedema aştî û demokrasiyê û got, "Hêvîdar im ku em ê hem ji bo aştiyê bixebitin û hem jî xizmeta herî baş ji gelê xwe re bikin Ez spasiya hemû ciwan û gelê Geverê dikim ku piştgirî dan me û serketinê ji hemû gelê me re dixwazim."    Piştre hevşaredar Şoreş Dirî axivî, spasiyên xwe pêşkêşî hemû endamên partiyê, dayikên aştiyê û gelê Geverê kir û got, “Soza me ji gelê me re ew e ku em ê  xizmeta herî baş ji bo 5 salan pêşkêş bikin. Ji bo gelê xwe çi ji destê me bê em ê bikin. Weke ku me di hilbijartinê de soz dabû, me dengek rekor wergirt. Bi vî dengê rekorê me her 25 endamên meclîsa şaredariyê û 5 endamên meclîsa giştî ya bajêr bi dest xistin."   Bang li YSK'ê kirin   Şoreş bertek nîşanî vekişandina mafên Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya DEM Partiyê  Abdullah Zeydan û nedana mazbataya wî da û got, "Li Wanê li dijî îradeya ku deng jê re hatiye dayîn, bêhiqûqî tê kirin. Divê demildest ji vê xeletiyê vegerin. Demildest mazbataya  birêz Abdullah Zeydan lêvegerînin."   Li dû daxuyaniyê hevşaredar û şandeya pê re çûn serdana malbatên welatiyên duh bi şev li Geverê hatin binçavkirin. Piştî serdanê hevşaredar û şandeya pê re bi dirûşmên "Ebdullah Zeydan rûmeta me ye" û "Ebdullah Zeydan vîna me ye" heta rêxistina navçeya Gever a DEM Partiyê meşiyan.