ROJEVA 3'YÊ NÎSANA 2024'AN 2024-04-03 09:00:00     * Fîdan Feêq a ku 6 caran Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dîtiye da zanîn di hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re ew her bûne xwedî tecrube. Fîdanê da zanîn pîrozkirina rojbûna Abdullah Ocalan çîroka wê ya herî xweş e û got:"Cara duyem Rêbertî ji bo gel civîn di mala me de çêkir. Wê dema Rêbertî derbasî malê me bû, dinya sar bû û gelek kes li mala me kom bûn. Li wir germahiyek û têkiliyeke baş di navbera gel de çêbû. Rêbertî tiştên ku bandoreke baş li ser me bike digot." DÎMEN HEYE   * Gelê Kurd li her derê xwe amade dike ku rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pîroz bike û nirxandinên hatine kirin, sala 2024’an nîşan dide ku ew ji serhildêriya gund di asta gerdunî de tê qebûlkirin.   * Hevşaredara Nisêbînê Gulbîn Şahîn Daghan da zanîn ku serkeftina şandina qeyûm pîroz kirine û got: “Gelê Nisêbînê di pêvajoya hilbijartinê de û şeva hilbijartinê bi rihê 7’ê Hezîranê xwedî li hilbijartinan derketin.”  DÎMEN HEYE   * Dayika mahsum Karaoglan yên di meşa ‘Riya berbi Rojê ve’ hat qetilkirin, Sultan Karaoglan der barê 20’emîn meşa pêk de axivî û got: “Bila hevalên Mahsum riya wî bernedin û bimeşin.” BI DÎMEN    * Meryem Soylu ku tevli meşên bi armanca pîrozkirina 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bûye, wateya meşan a ji bo wan vegot. Meryemê wiha got: “Divê em xwedî li Serokatiyê ku bûye wesîleya vejîna gelekî derkevin û divê em di rojbûna wî de biherikin Amarayê.” BI DÎMEN    * Hevşaredara Curnê Reş Garîp Yeşîl, bertek nîşanî biryara nûkirina hilbijartinê ya Curnê Reş a li ser nerazîbûna AKP'ê ya ku pusulayên dengan şewitand da û got: "Em bang li hemû gelê xwe û bi taybet Curnê Reş dikin ku xwedî li dengên xwe derkevin. Em şaredariyên xwe nedin qeyûman." BI DÎMEN    *Jinên Xelfetiyê ku derbarê 4'ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de nirxandin kirin, hemû kes vexwendin navçeya xwe û gotin,"Em bi girseyî dixwazin daxwaza ji Abdullah Ocalan re azadî bînin ziman." DÎMEN HEYE