Li Wanê çalakiya deng derxistinê 2024-04-02 20:56:01   WAN - Li Wanê ligel çalakiyên kolanan, gel derketin balkonên malên xwe û çalakiya deng derxistinê pêkanîn.   Namzetê hevşaredariyê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan di hilbijartinê de bi ser ket lê mazbata wî nedanê û dan namzetê AKP’ê Abdullah Arvas ê di hilbijartinê de têk çûyî. Derbarê mijarê de çalakî û bertek didomin.   Şêniyên Wanê êvarê daketin kolan çalakî pêk anîn û derketin balkonên malên xwe çalakiya deng derxistinê pêkanîn.