AKP û MHP’ê îtîrazê şaredariya Giyadînê ya DEM Partiyê kir 2024-04-02 20:29:25   AGIRÎ - AKP û MHP’ê îtîrazê şaredariya Giyadinê ku DEM Partiyê bi dest xistibûn, kir.    Desthilatdariya AKP û MHP’ê ku ji şaredariyên Partiyên Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) re îtîraz dike, yek dîsa jê zêde bû. Şaredariya Giyadinê ya Agiriyê ku DEM Partî sedî 57,43 dengan ve şaredariyê bi dest xist, MHP’ya ku 69 dengan girt ji bo serokatiya şaredariyê îtîraz kir.    Her wiha hat zanîn ku AKP’ê jî ji bo endamtiya meclîsa giştî ya navendî re îtîraz kiriye. DEM Partî ku biryara hincetê xwest, biryar nehat dayîn. Hat gotin ku dê lijne sibê kom bibe û biryarê bide.    ‘Em şaredariya xwe û vîna gelê xwe ji kesekî re nahêlin’   Hevseroka Şaredariya Giyadinê Hayat Zorbay bertek nîşanê rewşê da û got, “Em vê rewşê qebûl nakin. Partiya ku dengekê kêm girtiye hatiye îtîraz kiriye. MHP û AKP di fikrekê hevpar de ne û îtîraz kirine. Em şopdarê rewşê ne. Em şaredariya xwe û vîna gelê xwe ji kesekî re nahêlin