Di Nobeda Edaletê de bal kişandin ser 4'ê Nîsanê 2024-04-02 15:02:06     AMED  - Li Amedê Nobeda Edaletê di roja 120'î de dewam dike. Di nobedê de bi minasebeta nêzbûna rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dirûşm hatin berzkirin û stran hatin gotin.   Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çaraseriya pirsgirêka kurd li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Rezana Amedê Nobeda Edaletê ku ji laiyê xizmên girtiyan di pêşengiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hukumxaran (TUHAY DER) de hat destpêkirin di roja 120'î de dewam kir. Xizmên girtiyan ku çalakiya xwe bi pêşmalkên bi nivîsa,"Tecrîd sûcê mirovahiyê ye", dewam kirin, bi minasebeta nêzbûna 4'ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan stranên 4'ê Nîsanê gotin û dirûşim berz kirin.   Xizmên girtiyan dirûşmên, "Bijî berxwedana zindanan", "Rojbûna te pîroz be ey Serok" berz kirin.   Nobetê bi stranên ji bo Mustafa Dag û Mahsûm Karaoglan  ên ku di 4'ê Nîsana 2009'an de di meşa li Amarayê  hatin qetilkirin hatin gotin dewam kir.