Xespkirina vîna gel dê li gelek navendan bê protestokirin 2024-04-02 14:49:01     NAVENDA NÛÇEYAN - Dê li gelek bajar û navçeyan derbarê xespkirina vîna gelê Wanê de çalakiyên protestoyî bê lidarxistin.    Piştî ku mafê hilbijartinê yê Namzetê DEM Partiyê yê Hevşaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan jê hate standin, li gelek navçe û bajaran banga çalakiyên protestoyî hatin kirin.    Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê bang li gel kir û diyar kir ku dê di saet 17.30'an de li Parka Rojava a Bulvara Dîcle Kentê çalakiya protestoyî li dar bixin. yapacak.    Hezên Demokrasî, Aştî û Kedê yên Stenbolê bi dirûşma "Vîna gelê Wanê nayê xespkirin" dê di saet 18.00’an de li ber avahiya Rêxistina DEM Partiyê çalakiya protestoyî li dar bixin.