Li hemberî vîna gel a Wanê darbe: Mazbata dan namzetê AKP’ê 2024-04-02 14:25:35     NAVENDA NÛÇEYAN - OHD’ê ragihand ku Lijneya Hilbijartinê ya Bilind a Wanê mazbata da namzetê AKP’ê yê di hilbijartinê de têkçûyî Abdulahat Arvas.    Piştî paşavegirtina mafên qedexekirî yên Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan, li dijî îradeya xelkê Wanê darbe hate kirin. Lijneya Hilbijartinê ya Bajar a Wanê mazbata da namzetê AKP’ê Abdulahat Arvas.