Polîsan êrişî welatiyên meşiyan ber Lijneya Hilbijartinê kirin 2024-04-02 13:37:28     BEDLÎS - DEM Partiyiyên ji bo 2 hezar û 18 dengên hatine betalkirin ji nû ve werin jimartin, dixwazin îtîrazê li Lijneya Hilbijartinê ya Bajar bikin, ji hêla polîsan ve tên astengkirin.    Di hilbijaratina 31’ê adarê de sedan polîs û leşkerên hatine veguhestin deng bi kar anîn. AKP 8 hezar û 900, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî 8 hezar û 702 deng stendin. Di hilbijartinê de tevî dengên veguhestî ferq bû 188. 2 hezar û 18 dengên ku dikarin encama hilbijartinê biguherînin jî hatin betalkirin.    DEM Partî îro xwest biçe Lijneya Hilbijartinê ya Bajar û îtîrazê bike. Avahiyê lijneyê û partiyê ji hêla polîsan ve hatiye dorpêçkirin. Polîs bi xaza îsotê û ava şid êrişî girseya ku dixwaze têkeve avahiyê lijneyê kir.    6 kes hatin binçavkirin   Polîsan ji TOMA'yan av li welatiyan û parlamenteran kirin. Welatî ji gaza îsotê bi bandor bûn. Di vê navberê de xwestin Hevşaredarê Bedlîsê Nezir Karabaş têxin binê çavan. Lê belê welatiyan bertek nîşan dan û binçavkirin asteng kirin. Her hevşaredara Bedlîsê Sumeyye Kizilkaya jî ji gaza îsotê bi bandor bû. Di êrişan polîsan de 6 kes hatin binçavkirin û nehat hînbûn ku yên hatine binçavkirin birine ku.   ‘Ev yek derveyî qanûna hilbijartinê ye û em vê yekê qebûl nakin’   Parlamenterê DEM Partiyê Huseyîn Olan bertek nîşanî êrişê da û wiha got: “Me daxwaznameyên xwe yên îtîrazê amade kirin lê belê polîs bi awayeke derveyî hiqûqî nahêlin em bimeşin. Bikaranîna mafên me yên qanûnî tên astengkirin. Tu hêz nikarin pêşî li lêgerîna mefên me û stendina îradeya me bigirin. Em li Bedlîsê bi ser ketine û ev rewşa derketiye holê jî vê yekê piştrast dike. Em ê hemû rêyên demokratîk û qanûnî bi kar bînin. Piraniya dengên hatine betalkirin ên me ne. Kesekî karmend nîn e kirine serokê sindoqê û serokê şaredariyê yê AKP’î û hêzên ewlehiyê bi çekên xwe ve çûne cihê dengdayînê. Ev yek derveyî qanûna hilbijartinê ye û em vê yekê qebûl nakin.”    Gengeşiya li bajar berdewam dike.   Serlêdana ji bo jimartina dengan    Her wiha DEM Partiya Bedlîsê ji bo dengên li bajêr dîsa bên jimartin îtiraz kir.