Li Şirnexê ji bo nûkirina hilbijartinê li YSK'ê serlêdan 2024-04-02 10:24:58     ŞIREX - Parêzerên DEM Partiyê yên rêxistina bajarê Şirnxeê, li dijî xespkirina dengan a bi rêya hilbijêrên veguhestî ji bo nûkirina hilbijartinê serî li YSK'ê da.   Rêxistina bajêr a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), li dijî hilbijêrên veguhestî ku di 31'ê Adarê de di hilbijartinên herêmî de anîn bajêr û deng bi waan dan bikaranîn û nelirêtiyên ku hatin kirin, Ji bo nûkirina hilbijartinê dê serî li Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) bide.    DEM Partiyê di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê dijîtal de got, "Li Şirnexê hilbijartin dikarin bên nûkirin! Dê partiya me bi rêya parêzerên xwe ji bo ku hilbijartin ji nû ve bên kirin, serî li YSK'ê bide."