‘Ez bi we re li Amarayê li ser sifreya rojê me’ 2024-04-02 09:05:33     NAVENDA NÛÇEYAN - Gelê Kurd carek din xwe amade dike ku rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pîroz bike. Abdullah Ocalan bi peyamên ku ji Îmraliyê şandibûn, diyar kiribû ku ev roj ji vejîneke şexsî vejîna gelekî ye û bêwatebûna qutkirina fîzîkî jî bi gotinên ‘ez bi we re li Amarayê li ser sifreya rojê me’ îfade kiribû.   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di encama komployeke navneteweyî de di 15’ê Sibata 1999’an de anîn Tirkiyeyê û ji wê rojê de ye li Îmraliyê di bin tecrîda giran de tê girtin. Ev 37 meh in tu agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin. Tecrîda giran a li ser Abdullah Ocalan, wek konsepta hevpar a hêzên ku komplo pêk anîn didome û li Îmraliyê jî berxwedaneke mezin tê dayîn. Abdullah Ocalan bi paradîgma û fikrên xwe yên li hember tecrîd û komployê pêş xistiye, ji bo jinên Kurd, gelê Kurd, gelên herêmê û hemû gelên cîhanê bûye hêvî û nîşan daye ku jiyaneke nû pêkan e.   Fikir û nêrînên Abdullah Ocalan bi taybet îro di vê pêvajoyê de di asta global û gerdûnî de tê qebûlkirin û nîqaşkirin. Ji ber paradîgmaya Abdullah Ocalan, jinên Kurd, gelê Kurd û dostên Kurdan vejîna wî bi awayekî cuda watedar dikin. Vejîna Abdullah Ocalan wek vejîna xwe dibînin û pîrozbahiyan pêk tînin. Ji ber vê ye ku rojbûna Abdullah Ocalan bûye wek kevneşopiyê û bi navê ‘rêwitiya ber bi rojê ve’ veguheriye mîhrîcanê.   Gelê Kurd îsal xwe ji bo pîrozkirina 75’emîn Rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan amade dike. Peyamên di salên 2013-2014’an de ji Îmraliyê ji bo pîrozbahiyan hatine şandin, çima gel vê vejînê wek vejîna xwe dibîne, bi awayekî zelal vedibêje.   2013: Ji vejîna min wêdetir vejîna gelekî ye   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi peyama ku di 2013’an de şandibû pîrozbahiyê wiha digot:   “Dostên hêja, gelê me yê bi rûmet, hevalên jin ên ku jiyanê her roj nû diafirînin, hevalên min ên ciwan ên ku agirê gur ê têkoşînê di dilê xwe de dijîn, ez we silav dikim. Beriya her tiştî ez ji dehezaran kesên ku çûne Amarayê û rojbûna min pîroz kirine, sipasiyên xwe dikim û silavên xwe dişînim. Di rojek wisa de mizgîniya min ji bo we ev e; Bi rastî jî derfetên aştiyeke bi rûmet a rast pir zêde bûye. Ev tişta herî girîng a ku em pêşkêşî gelê xwe dike ne. Girîngiya vê rojê ji rojbûna min a şexsî wêdetir vejîna gelekî ya ji nûve ye. Ez dizanim ku hûn jî wisa dibînin. Ez dikevim 65 aliya xwe. Min tiştên ku ket ser milê xwe kir. Dora çalakiyê ya gelê me ye. Ez bawer dikim ku min xizmet û hurmeta xwe ya mezin ji bo gelê xwe heta cihekî temam kiriye. Êdî peywir ya we ye.   Êdî wê jiyanek cuda pêş bikeve   Ez di wê baweriyê de me ku ev peywira ku we berê aniye cih ji vir şûnde jî wê bînin cih. Ez bang li hemû kesên ji xwe re dibêjin ez xwedî rûmet im, dikim, bêyî ku bêjin ez xizan, dewlemend, jin, mêr, ciwan, kal û pîr im, wê li gorî pêvajoyê tevbigerin û pêş bixînin. Divê her kes vê baş bizane ku; wê êdî jiyanek cuda pêş bikeve.   Bila her kes ji dil tevli pêvajoyê bibe   Hêvîdar im ku dema ev pêvajo pêş bikeve yek dilopek xwîn nerêje. Bila kes kesî neêşîne. Bila her kes ji dil tevli pêvajoyê bibe. Yên ku vê pêvajoyê derxe holê gelê me ye, gelên me ne. Derbasbûna jiyanê ya jinan jî girêdayê vê rojê ye. Min hewl da ez jiyana azad a bi jinê re pêş bixînim, hîna jî hewl didim. Jin xwedî hêzeke mezin a ku derfetên jiyana azad derxin holê ye.  Ez pir baş im. Heta dawî jî ez ê baş bim. Di vê esasê de bi baweriya xwe ya bi aştiyê her kesî silav dikim.”   2014: Em ê bi hev re li welatekî azad bên gel hev   “ Ez hemû hevrêyên xwe, ciwan û jinên ku xeyalên xwe yên azadiyê di kesayeta min de kirine yek û ber bi Amarayê ve dimeşin silav dikim.   Têkoşîna me ya azadiyê ku 40 sal berê me bi gotina Kurdistan mêtingeh e dest pê kir, niha bi fedekariya we, keda nirxên me yên nayê niqaşkirin û têkoşîna biryardar a hemû saziyên me hatiye ber jiyana xwerêveberiyê. Ev erdnîgarî baxçeyekî gelan bû ku pirnasname, pirçandî, pir bawerî û pir rastiyên cuda hebûn li kêleka hev dijîn.   Avakirina civaka azad tenê bi pêşxistina rêveberiyên xweseriya demokratîk dê pêkan be. Avakirina civaka azad, encax bi mirovên azad pêkan e. Li ber ronahiya vê rastiyê jî wê were fêhmkirin ku zindanên fîzîkî gelekî bêwate ne. Îlhama pratîka me ya têkoşînê ya ji bo gelên cîhanê, bi rastî jî rastiyeke ku zindan veguherandiye qadên azadiyê. Em dizanin ku dema hûn wisa lê nenêrin, hemû welat bi çiya, deşt û bajarên xwe ve vediguhere zindaneke tarî.   Ez îro li Amarayê bi we re li ser sifreya rojê me. Ez yek bi yek di nav hemû hevrêyên xwe de me. Axa me ya ku ne tenê şahidiniya bûyîna me şahîdiniya bûyîna hemû şaristaniyê kiriye di serî de hevrêyên me yên jin û ciwan emanetî gelê me yê xwedî hestê azadiyê dikim.   Bi baweriya ku bi hev re li welatekî azad hev bibînin, we hembêz dikim.”