Li Amedê jinek hat qetilkirin 2024-04-01 16:08:10     AMED - Li Rezanê Adem Meşe, Sevda Neşe ya ku pê re li ber hevberdanê bû piştî dadgehê qetil kir.   Li navçeya Rezan a Amedê li taxa Kaynartepe, Adem Meşe, jina bi navê Sevda Meşe ya ku pê re li ber hevberdanê bû piştî ku doza wan a hevberdanê hat dîtin û Mehmet Sadiç ê li gel wê bi çekê qetil kir û piştre jî ji cihê bûyerê reviya.    Piştî agahdarkirina kesên li derdorê komên tendirustiyê û polîs hatin cihê bûyerê. Cenazeyê herdu kesên ku hatin qetilkirin, ji bo otopsiyê Rakirin Tipa Edlî (ATK).    Li gorî agahiyên ku hatin bidestxistin hat diyarkirin ku ji bo kiryar lêgerîn hatiye destpêkirin.