Li Qilebanê gel li dijî nelirêtiyan meş li dar xist 2024-04-01 15:57:07     ŞIRNEX - Li Qilebanê bi sedan kes li dijî nelirêtiyên hatin kirin bi dirûşmeyên “Em ê bi berxwedanê serbikevin” heta lijneya hilbijartinê ya navçeyê meşiyan.    Li navçeya Qileban a Şirnexê welatî li dijî nelirêtiyên di hilbijartinê de meşek li dar xistin. Li dijî hewldana AKP’ê ya bi 2 hezar û 500 dengên veguhestî hilbijartinê xesp bike, welatî bi bertek in. Li navçeya ku li gorî encamên ne fermî AKP bi rêjeyeke gelekî kêm li pêş e, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) îtîrazî encaman kir. Li gorî agahiyên ku ji rêveberiya DEM Partiyê ya navçeyê hatine wergirtin ferqa dengan heta 127’an ketiye.    Qilebaniyên bertek nîşanî van encaman dan, ji rêxistina navçeyê heta Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê meşiyan. Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Ûysal Aslan û bi sedan kes tev li meşê bûn. Di dema meşê de dowîzên “Biaxive! Tu ji ku yî?” û “Hûn kole ne” hatin hilgirtin û dirûşmeyên “Em ê bi berxwedanê serbikevin” , “Diz dê hesabê bidin dizan” , “Qileban xwedî li vîna xwe derkeve” berz kirin.    Bendemayîna girseyê ya li ber lijneya hilbijartinê didome. Parlamentera DEM Partî ya Şirnexê Newroz Ûysal û kesên pê re ji bo îtîrazê bi lijneyê re hevdîtin kirin.