Wanî serfiraziya xwe bi coşek mezin pîroz kir 2024-04-01 15:00:49     WAN - DEM Partî li Wanê ji 14 şaredarî bi dest xist û mohra xwe li serkeftineke mezin da. Wanî bi tevlîbûna bi deh hezaran kesî serfiraziya xwe pîroz kir.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Wanê her 14 şaredarî jî bi dest xist. DEM Partiyê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û 3 jê yên navendê tevahiya 13 şaredariyan bi dest xist. Di sala 2016’an de qeyûmê ewil li Şaredariya Bajarê Mezin û navçeyên wê hatin tayînkirin. Heta hilbijartina rêveberiyên herêmî yên 31’ê Adara 2019’an, di nava sê salan de li Wanê sê walî hatin guherandin. Di hilbijartinên 31’ê Adara 2019’an de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi ser ket. Lê belê çar meh piştre di 19’ê Tebaxa 2019’an de cara duyemîn qeyûm hate tayînkirin, hevşaredar ji peywirê hatin girtin û li şûna wan qeyûm hatin tayînkirin.    Di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê Adara 2024’an de jî DEM Partiyê hem Şaredariya Bajarê Mezin hem jî yên 13 navçeyên wê bi dest xist û bi ferqekî mezin bi ser ket. DEM Partî li Miks, Elbak, Ebex, Şax, Artemêtan, Erdîş, Westan, Payîzava, Rêya Armûşê, Begirî, Qelqelî, Seray, Tûşbayê bi serket.      Wanî ji bo serfiraziya xwe pîroz bikin herikin Parka Aştiyê ya Mûsa Anter. Bi deh hezaran kes li qadê dirûşma “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Jin jiyan azadî” berz kir û pankartên 'Diqelişe xelk mîna wolqanekê' û 'Bijî berwedana ciwanan' vekirin.    Axaftina vekirinê ji hêla Hevseroka DEM Partî ya Wanê Gulşen Kurt hat kirin û bal kişand ser serkeftina gel. Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya bajêr Harun Okay jî axivî û da zanîn ku tu carî gel paşve gav navêje.    Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal jî da zanîn ku ev serkeftin serketina jin, ciwan û dayikên ku dibêjin "Jin jiyan azadî" ye. Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan jî bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê û da zanîn ku dê bi gel re pirsgirêkan çareser bikin.    Piştî axaftinan hunermend Kadîr Çat derket ser dikê.