Hevdîtinên ‘Rêwitiya ber bi rojê’ ya 20 salan 2024-04-01 09:08:46     NAVENDA NÛÇEYAN - Gelê Kurd di 4’ê Nîsanê ku Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e wek vejîna xwe dibîne û ev 20 sal in meşa bi navê "Rêwîtiya ber bi Rojê ve" pêk tînin û li ser ‘sifreya rojê’ tên gel hev.   Gelê Kurd ji bo pîrozkirina 75’emîn rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xwe amade dike. Îsal ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd, di 10’ê Cotmeha 2023’yan de kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pisgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ hat destpêkirin. Bi kampanyayê li dijî komployê têkoşîna nû hat destpêkirin û di çarçoveya bernameyan de balkişandin ser rojbûnê jî.   Di 1’ê Sibatê de ‘Meşa Azadiyê ya Mezin’ hat destpêkirin û heta 15’ê Sibatê berdewam kir û fînala wê li gundê Abdullah Ocalan Amarayê  pêk hat.   Di serî de jinên Kurd hemû gelê Kurd berê xwe didin rojbûna Abdullah Ocalan û pîrozbahiyên rojbûnê ji 2004’an heta niha bi navê ‘Rêwistiya ber bi Rojê ve’ bûye kevneşopî û veguherî mîhrîcanê.   Pîrozbahiyên "Rêwitiya ber bi Rojê ve" yekem car di 2004’an de dest pê kir û îsal ya 20’î pêk tê. Em li seruvena ku 20 sal berê hatiye destpêkirin binêrin.   2004: Pîrozbahiya yekem   Di 2004’an de Federasyona Komeleyên Piştevaniya Malbatên Girtiyan (TUHAD-FED) ya bi KHK’ê hat girtin meş pêk anî û ji her çar aliyê Kurdistan û Tirkiyeyê bi hezaran kes tevli bûn. Leşker û polîsan di têketina gund de pêşî li gel girt. Gel biryara xwe nîşan da barikat derbas kirin. Polîsan bi gazê êriş kir. Gelek kes birîndar bûn. Tevî her tiştî gel xwe gîhand gund û rojbûn pîroz kirin.   2005: Rojbûna te pîroz be   Di 2005’an de tevlibûna gel zêdetir bû. Ev meş hat astengkirin. Li nêzî rawestgeha Karataş rê hat birîn. Bi dehezaran kes di çûyînê de bi israr bûn. Gelê ku di êrişan de derketin ser giran nivîsên "Rojbûna te pîroz be" nivîsin û rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz kirin.   2006: Li perava Firatê pîrozbahî   Ji ber serhildanên 28’ê Adarê wê salê jî meş hat astengkirin. Kurdên li perava Çemê Firat hatin gel hev, pîrozbahî pêk anîn.   2007: Tenduristiya te tenduristiya me ye   Meşa 2007’an bi dirûşma "Tenduristiya te tenduristiya me ye" hat organîzekirin. Bi mîlyonan kurd û bi 10 hezaran kesên berê xwe dabûn  Amarayê xwestin heyetek serbixwe biçe Îmraliyê. Tevî astengiyan welatiyan xwe gîhand Amarayê.   2008: Li Alîgorê hewaya mîhrîcanê   Di 2008’an de jî di serî de ji Kurdistanê û li gelek bajarên Tirkiyeyê bi dehezaran kes li taxa Alîgor a Pirsûsê hatin gel hev. Taybetiya vê salê ev bû ku bi hewaya mîhrîcanê derbas bibe. Di 3’yê Nîsanê de bi şev heta sibehê stran hatin gotin, govend hatin gerandin û rojbûna Abdullah Ocalan hat pîrozkirin.   2009: Azadiya wî azadiya me ye   Di 2009’an de jî bi dirûşma "Azadiya te azadiya me ye" meşa ber bi Amarayê ve pêk hat. Gel dîsa li Alîgorê hatin gel hev û ji bo Ocalan dar çandin. Dema gel ber bi Amarayê ve ket ser rê polîsan êrîş kir, bi sedan kes birîndar bûn û xwendekarên zanîngeha Dîcleyê Mahsum Karaoglan û ciwanê ji Pirsûsê Mustafa Dag hatin qetilkirin.   2010: Vejîna te vejîna me ye   Meşa 2010’an bi dirûşma "Vejîna te vejîna me ye azadiya te azadiya me ye" pêk hat. Tevlibûn li gorî salên din zêdetir bû. Welatiyan xwe gîhand gund hezaran kesî pîrozbahî pêk anîn.   2011: Vê carê li Xelfetiyê bûn   Bi dehezaran kes vê carê li Xelfetiyê bûn. Dîsa tevî hemû astengiyan bi hewaya mîhrîcanê hat pîrozkirin.   2012: Navnîşan Alîgor bû   Beriya meşa Amara AKP’ê wekî ku OHAL’ê îlan bike tedbîr girtibû. Rojek berî 4’ê Nîsanê bi hezaran kes ketin rêya Amarayê. Lê hemû ketin û derketinên Rihayê hatin girtin. 30 km. nêzî Xelefetiyê nokteya kontrolê hat avakirin. Tevî van gel li Alîgorê hat gel hev û pîrozbahî kirin.   2013: Bi sedhezaran di rêya Amarayê de bûn   Di 2013’yan de piştî peyama dîrokî ya Newroza Amedê bi sedhezaran kesî berê xwe ji bo rojbûna Abdullah Ocalan dan Amarayê. Pîrozbahî wek mîhrîcanê derbas bû.   2014: Ji Abdullah Ocalan peyam   Di 2014’an de Abdullah Ocalan peyamek ji Îmraliyê şand. Peyama wî wiha ye: "Birêz Gelê Kurd ez hemû rêhevalên xwe, ciwanan, jinan ku ji bo rojbûna min a ku wek vejîna jinûve tê watedarkirin, ketine ser rê, silav dikim. Bi têkoşîneke bi biryar em hatine asta jiyanek rêveberiyên xweser. Ev erdnîgarî baxçeyê pirçandî, pirbawerî û pirnasnameyê bû. Hemû gelên Rojhilat bi komkujiyên netewdeletan re hatine rû hev. Ji ber vê jî hatiye fêmkirin ku rejîmên kevn û îdeolojiyên wan li ser van axan nikarin bên jiyîn. Avabûna civaka azad bi pêşxistina rêveberiyên xweser ên demokratîk pêkan e. Ez îro bi awayekî fîzîkî ne di nav we de me. Ez îro bi we re li Amarayê li ser sifreya rojê me. Ez yek bi yek di nav rêhevalên xwe de me. Ez di serî de jin û ciwanan hemû gelê me, emanetî hişmendiya azad dikim. We hemûyan hembêz dikim.”   2015: Ji 4 alî ve meş   Di 2015’an de bi daxwaza "Ji Ocalan re azadî" meş pêk hatin. Ji Riha, Semsûr, Dîlok û Amedê bi giştî ji çar baskî ber bi Amarayê ve meş pêk hat.   2016: Hat xwestin tecrîd bidawî be   Di 2016’an de jî di meşa pêk hat de gel xwest tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bidawî be.   2017:  Astengî nehatin naskirin   Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji meşa 2017’an re pêşengî kirin û tevî hemû astengiya meş pêk hat.   2018: Dîsa qedexe   Di 2018’an de jî biryara qedexeyê hatibû girtin. Li seranserê bajar hewl dan pêşî li gel bigirin. Mala ku Abdullah Ocalan lê hatibû dinê dorpêç kiribûn. Kes negirtin Xelfetiyê. Lê tevî qedexeyan gel pîrozbahiya xwe kir.   2019: Grevên birçîbûnê   Di 2019’an de jî qedexe hat îlankirin û Amara hat dorpêçkirin. Hemû rê hatin girtin. Li ser vê KCD’ê bang li gel kir ku li her derê pîrozvahiyê bikin. Gel li ser vê li her derê 4’ê Nîsane pîrozkirin. Dîsa Hevseroka KCD’ê Leyla Guven bi daxwaza bila tecrîd bê rakirin greva birçîbûnê dabû destpêkirin û ev grev li hemû girtîgehan belav bû û mohra xwe li dîrokê da.   2020: Astengiya pandemiyê   Di 2020’î de jî ji ber vîrusa koronayê qedexe hat îlankirin û tevî vê gelê ku ji bo biçe Amarayê ketin ser rê bi astengiyan re hatin rû hev.   2021: Astengî nehatin naskirin   Di 2021’ê de jî heyetek ku ji KCD, TJA, DBP û HDP pêk dihat ji bo biçin Îmraliyê ketin rê. Lê carek din astengî hatin derxistin. Tevî hemû astengiyan li gund rojbûn hat pîrozkirin.   2022: Li gelek bajaran şitil hatin çandin   Di 2022’yan de jî gel ji Amed, Botan, Serhed, Çukurova û Marmarayê derketin rê. Gel dîsa hat astengkirin. Li taxa Vahna a ligel Çemê Firatê şitil hatin çandin. Komên ku astengî derbas kiribûn li gund pîrozbahî pêk anîn.   Di 2023’yan de gel astengî nas nekir   Pîrozvahiya 74’emîn rojbûna Abdullah Ocalan wek sala beriya wê bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad(TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Federasyona Komeleyên Piştevaniya Malbatên Girtiyan (MED TUHAD FED) ve hat organîzekirin. Dirûşmeya pîrozbahiyê ‘ji bo azadiyê ber bi Amarayê ve’ bû û pîrozbahî bi hinceta ‘qedexeyê’ hat astengkirin. Lê bi hezaran kesî riya Xelfetiyê girtin, govend gerandin û rojbûna Abdullah Ocalan pîroz kirin.