'Ez şopdarê têkoşîna girtiya me' 2024-04-01 09:04:28     Marta Somek    BALIKESÎR - Xwişka girtî Hakki Aygun ku 41 sal in girtiye û Leyla Aygun ya nexweşa pençeşêrê ku du hefte berê hat girtin, Zekiye Aygun diyar kir ku jiyana wê li ber girtîgehan derbas bûye û wiha got: “Dibe em li derve bin lê me jî bi girtiyan re jiyana girtî jiya. Em ê şopdarê têkoşîna girtiyan bin. Ji bo bidawîbûna tecrîdê divê hemû kes bi hestiyar tevbigerin.”   Binpêkirinên mafan li girtîgehan didome. Bi hincetên cuda û kêfî tehliyeya girtiyan nayê kirin. Yek ji van girtiyan jî girtiyê nexweş Hakki Aygun ê 41 sal in girtiye. Hakki ku niha li Girtîgeha Tîpa T ya Karabukê ye di 41 salî de surgunê gelek girtîgehan hat kirin. Di 16’ê Îlona 2023’yan de cezayê wî temam bû lê poşmanî lê ferz kirin. Ji ber poşmanî qebûl nekir nehat berdan.   Xwişka Hakki Aygun, Zekiye Aygun diyar dike ku xwişa wê Leyla Aygun jî di 14’ê Adarê de hatiye girtin û nexweşa pençeşêrê ye. Zekiye di rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya (DEM Partî) de cih digire û endama Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ye.  Zekiye der barê tecrîd û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan axivî.   Xwişk û birayê wê girtiye   Zekiye da zanîn xwişka wê bi nexweşiya pençeşêrê ye û wiha got: “Birayê min Hakki Aygun di 1984’an de li Bedlîsê hat girtin. 8 salan girtî ma piştre bi kanûna efûyê hat berdan. Di 1995’an de dîsa hat girtin. Di 1996’an de ket rojiya mirinê. Vê pêvajoyê surgunê gelek girtîgehan hat kirin. Herî dawî birin Karabukê. Xwişka min Leyla jî du deman li Kocaeliyê hevserokatî kir. Endamtiya Meclîsa partiye kir. Nexweşa pençeşêrê ye. Di 14’ê Adarê de hat girtin.”   Li girtiya ferzkirina poşmaniyê   Zekiyeyê da zanîn jiyana wan li ber girtîgehan derbas bûye û wiha daxuyand: “Em bi girtiyên xwe re girtîne. Jiyana me li ber girtîgehan derbas bû. Em bajar bi bajar geriyan. 41 sal in girtiye. Di 16’ê Îlona 2023’yan de cezayê wî temam bû. Lê poşmanî lê ferzkirin. Niha li Karabukê 16 girtî li bende tehliyeyê ne.  Malbat ji ber aboriyê nikarin biçin hevdîtinan. Rewşa min a aborî jî nebaş e. Me gelek êş kişandin. Dayika min ji ber êşa birayê min jiyana xwe ji dest da. Bavê min dîsa wisa. Piştre birayê min jiyana xwe ji dest da. Ev ji bo girtiyan êşek mezin e.”   ‘Em ê şopdarê têkoşînê bin’   Zekiyeyê diyar kir ku ji bo Hakki tevli cenazeyan bibe serlêdan kirine, tevî hatiye qebûlkirin jî nehiştine bibin merasîma definkirinê û wiha got: “Wezareta Dadê û girtîgehê destûr da. Lê bi hinceta ewlehiyê nehiştin. Tevli cenazeyê nebû. Ev bi rastî jî bi êş in. Ji bo malbatê jî ji bo girtiyan jî pêvajoyek zehmet e. Bendewariya girtiyan ji malbat û rayagiştî heye. Ev mirov bi salan e di girtîgehan de ne. Kes dengê wan nabihîze.Tu serlêdanên wan encamê nagirin. Em banga hesyatiyariyê li hemû kesî dikin. Bi ferzkirina poşmaniyê girtiyan û xizmên wan ceza dikin. Sînorê tecrîda li girtîgehan tune ye. Gelo ji vê saetê şûnde poşmaniya çi ferz dikin. Li girtîgehan grev hene. 100 roj zêdetir e didome. Em berxwedana dayikên Nobeta Edeletê jî silav dikin.Em bang li hemû kesî dikin ku li hember girtîgehan bi hestiyar bin. Dengê girtiyan bibihîzin. Ji bo bidawîbûna tecrîdê divê têkoşîn bê dayîn. Em banga têkoşînê li hemû kesî dikin.”