‘Çareserî têkoşîna hevpar a jinan e’ 2024-04-01 09:02:21     Melîke Aydin   ÎZMÎR - Aktivîsta TJA'yê Emîne Înan diyar kir ku sedema krîza ku jin û ciwak pê re tên rû hev, tecrîd û polîtîkayên şer e. Emîneyê daxuyakirin ku çareseriya vê bi têkoşîna hevpar a jinan wê pêkan be.   Li Tirkiyeyê her roj herî kêm jinek tê qetilkirin. Bedela encamên krîza aborî, ekolojik û newekheviya zayendê jî jin bi awayekî giran didin.  Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Emîne Înan diyar kir ku ev krîz di encama serdestiya mêr de dertên holê, bi polîtîkayên şer û tecrîdê civak tê dorpêçkirin, di şexsê jin û zarokan de civak tê qirkirin. Emîneyê got divê li dijî vê têkoşîna hevpar bê dayîn.   ‘Sedema krîzan polîtîkayên tecrîd û şer in’   Emîneyê daxuyakirin ku sedema krîz û kaosa tê jiyîn tecrîd û şer in û got: “Polîtîkayên tecrîdê yên li Tirkiyeyê pêk tên bi armanca bêîradehiştina civakê tên kirin. Dixwazin bi vê gel zeft bikin. Hebûna tecrîd û şer, tê wateya ku hawira diyalogê tune ye. Li cihekî diyalog tunebe tecrîd heye. Krîza aborî bandor li her alî kiriye. Qirkirina civakê, jin û ciwanan heye.”   ‘Tecrîd ji bo serdestiya civakê heye’   Emîneyê diyar kir ku sedema şer bêguman polîtîkayên tecrîdê ne û wiha dirêjî dayê: “Her civak li gorî exlaq û pîvanên xwe bi teşe dibin. Lê desthilatdarî hewl didin civakan bindest bikin. Ev girêdayê krîzên aborî, ekolojîk û yên din in. Civak bedelên giran didin. Sedema şer bêguman polîtîkayên tecrîdê ne. Li ser Birêz Ocalan tecrîdek giran heye. Ger tecrîd tunebûna wê muzakere hebûna. Wê pêvajoyên krîzê nehatibana jiyîn. Wê hawira şer tunebûna. Divê civak ji pergala serdest a mêr xilas bibe.”   ‘Li hember destkeftiyên jinan êrîş’   Emîneyê her wiha destnîşan kir ku jin pêşengên civakek exlaqî û afînerên wê ne û wiha anî ziman: “Lê jin tên qirkirin. Bi qirkirina jinê re civak jî tê qirkirin. Jin bedelên giran didin. Krîza aborî herî zêde bandorê li ser jinan dike. Jin dema xwedî li îradeya xwe derdikevin jî vê bi canê xwe didin. Destkeftiyên jinan hebûn. Saziyên jinan hebûn. Lê dewletê ev sazî girtin. Dewrê polîtîkayên şerê taybet kirin. Li her derê ewlehiya canê jinê tune ye. Jin li kolanê têkoşîna vê didin lê hedef tên girtin.”   ‘Polîtîka vala derket’   Emîneyê daxuyakirin ku tevgera jinên kurd, bi tevgerên femînîst û platformên jinan re têkoşîna xwe hevpar dimeşîne û faşizm naxwaze hêza hevpar bibîne. Emîneyê ev nirxandin kir: “Dema mijar dibe tevgera jinên Kurd, hema dikevin dewrê û dixwazin pêvajoyê bi rêve bibin. Polîtîkaya tenê hiştinê di dewrê de bû lê jinên Kurd ev vala derxistin. Niha jinên Kurd ji pêvajoyê re pêşengiyê dikin.”   ‘Divê jin çareseriyê ava bikin’   Emîneyê da zanîn tê xwestin ji ser jinan polîtîkayên xwe têxin meriyetê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji ser jinan dixwazin polîtîkayê bikin jiyanê. Lê li dijî vê divê jin bêyî li nasnameyê binêrin li îdeolojiyê binêrin divê bên gel hev têkoşîna hevpar bimeşînin. Sedema krîza ku jin û ciwak pê re tên rû hev, tecrîd û polîtîkayên şer e. Çareseriya van pirsgirêkan bi têkoşîna hevpar a jinan wê pêkan be.”