Tevî hilbijêrên veguhestî li Depê DEM bi ser ket 2024-03-31 23:29:43     XARPÊT - DEM Partiyê bi ferqa 258 dengan Şaredariya Depê qezenc kir. Li gorî encamên fermî DEM Partî bi 2 hezar û 925 dengan bû partiya yekemîn, AKP bi 2 hezar û 667 dengan bû partiya duyemîn.   AKP’ê li Depa ku 750 hilbijêr veguhestinê 3 hezar û 662 dengên ku di sala 2019’an de wergirtibûn 995 deng kêm kirin û bû partiya duyemîn. Li sindoqa bi hejmara 1013 ku herî zêde polîs û leşker lê hatibûn veguhestin DEM Partiyê 11, AKP’ê 148 û Partiya Yenîden Refahê 92 deng wergirtin. Hilbijêrên AKP’ê veguhestî deng dan Partiya Yenîden Refahê.