Li Mêrdînê gel serkeftina îradeya xwe pîroz dike 2024-03-31 22:56:29     MÊRDÎN - Di serî de şaredariya Bajarê Mezin, DEM Partî li 6 navçeyên Mêrdînê li pêş e. Gel îradeya xwe ya di sindoqan de derketiye holê, bi pîrovahiyan tacîdar dike.   Li Kurdistan û Tirkiyeyê 61 mîlyon û 441 hezar kesî deng bikar anîn û piştî girtina sindoqan jimartina dengan hat destpêkirin.   Li gorî Ajansa Anadoluyê li Mêrdînê sindoq ji sedî 61,45 hatine vekirin.  Namzetên Dem PartiyÊ Ahmet Turk û Devrîm Demîr bi rêjeya 55,81 deng girtin û her wiha li 7 navçeyan DEM Partî li pêş e. Serkeftin li navenda Mêrdîn û navçeyên tê tên pîrozkirin.