Dengdayina li Kurdistan û Tirkiyeyê bi dawî bû 2024-03-31 17:00:11     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Kurdistan û Tirkiyeyê bi milyonan kes çûn ser sindoqan. Li Kurdistanê dengdayin di 16.00'an de bi dawî bû û li bajarên dinê jî saet di 17.00'an de bi dawî bû.    Li Kurdistan û Tirkiyeyê bi milyonan kes çûn ser sindoqan. Li Kurdistanê dengdayin di 16.00'an de bi dawî bû û li bajarên dinê jî saet di 17.00'an de bi dawî bû.    Hilbijartinên herêmî ku wê di encama wan de, şaredarên bajaran, ên navçeyan, keya û endamên meclisên şaredariyan bên hilbiajartin bidawî bûn. Di hilbijartina ku 34 partiyên siyasî beşdar bûn de 61 milyon û 441 hezar û 882 hilbijêran di lîsteyê de cih gitin. Li 32 bajarên ku ên Kurdistanê di nav de ne ku bajarên Kurdistanê di nav de ne, saet di 07:00'an de dengdanê dest pê kir û di 4.00'an de dengdan bi dawî bû. Li bajarên Rojavayê Tirkiyeyê wê welatî heta saet 17.00’an karibin dengê xwe bidin.   Li bajarên wekî Stenbol, Îzmîr, Enqere, Antalya û Edeneyê dengdan wê saet di 17.00 de bi dawî bibe.   Qedexeya hilbijartinê dê saet 00.00’an bi dawî bibe   Qedexeya hilbijartinê ya ku serê sibê saet di 06:00 de dest pê kir, saet di 00:00 de nîvê şevê bi dawî dibe.   Wê nûçe û tebligên têkildarî YSK'ê bê dayin    Li gor biryarên Lijneya Hilbijartina Bilind (YSK) wê heta saet 18.00'an derbarê hilbijartinê de nûçe, texmîn û şîrove neyê kirin. Wê di navbera saet 18.00-21.00'an de nûçe û tebligên têkildarî YSK'ê bê dayin    Wê hemû weşan piştî 21.00'an bi awayekî serbest bên kirin.