Li 32 bajaran dengdayîn bi dawî bû 2024-03-31 16:00:12     NAVENDA NÛÇEYAN - Li 32 bajarên ku piraniya wan ên Kurdistanê ne, ji bo diyarkirina rêveberiyên herêmî bi milyonan hilbijêr çûn ser sindoqan û deng dan. Dengdayîn bi dawî bû.   Hilbijartinên herêmî ku wê di encama wan de, şaredarên bajaran, ên navçeyan, keya û endamên meclisên şaredariyan bên hilbiajartin bidawî bûn. Di hilbijartina ku 34 partiyên siyasî beşdar bûn de 61 milyon û 441 hezar û 882 hilbijêran di lîsteyê de cih gitin. Li 32 bajarên ku ên Kurdistanê di nav de ne ku bajarên Kurdistanê di nav de ne, saet di 07:00'an de dengdanê dest pê kir û di 4.00'an de dengdan bi dawî bû. Li bajarên Rojavayê Tirkiyeyê wê welatî heta saet 17.00’an karibin dengê xwe bidin.   Li bajarên wekî Stenbol, Îzmîr, Enqere, Antalya û Edeneyê dengdan wê saet di 17.00 de bi dawî bibe.   Qedexeya hilbijartinê dê saet 00.00’an bi dawî bibe   Qedexeya hilbijartinê ya ku serê sibê saet di 06:00 de dest pê kir, saet di 00:00 de nîvê şevê bi dawî dibe.   Li hemû bajarên Kurdistanê nelirêtî   Di dema dengdayînê de hema hema li hemû bajarên Kurdistanê neheqî çêbûn, hat dîtin ku bi hezaran leşker û polîsên ku wek "hilbijêr" hatin veguhestin ber bi dibistanan ve diherikin û bi girseyî deng didin. Li gel van hemû bêhiqûqiyan jî Serokê Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) Ahmet Yener di daxuyaniya xwe de îdia kir ku pêvajoya dengdanê bi aramî derbas bûye.