Leşkerên ku anîn Şirnexê di dora dengdayînê de ne 2024-03-31 11:14:31     ŞIRNEX - Leşker û polîsên ji bo hilbijartinê anîn Şirnexê ji bo dengdayînê ketin dorê.   Leşkerên ku beriya hilbijartinê derbasî Şirnexê bûn dest bi dengdanê kirin. Hat diyarkirin ku leşkerên bi girseyî deng dane ji bajarên wekî Enqere, Mugla û Aksarayê sewqî navenda Şirnexê hatine kirin, hat dîtin ku leşkerên sewqkirin bi giranî li Dibistana Navîn a Omer Keçîci ya Taxa Gundogduyê deng dane.   Li aliyê din danê sibehê komek leşker bi otobusan ber bi navenda Şirnexê ve hatin veguhestin.   Basa   Li Dibistana Seretayî ya Findikê ya navçeya Basayê  ji 275 hilbijêrên sindoqa 1012'an 175 jê leşker in. Qeyda dengdêran ji bajarên wekî Isparta, Antalya û Muğlayê pêk tê.   Qilaban   Li bajarokê Sêgirkê yê navçeya Qilabanê 17 sindoq hatin danîn. Dema leşker li baxçeyê her dibistanên bajêr hatin bicihkirin, Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan bertek nîşanî vê rewşê da û diyar kir ku divê leşker li derveyê dibistanê bisekinin.