ROJEVA 31'Ê ADARA 2024'AN 2024-03-31 09:00:35     *Hacerê da zanîn ku xwedîkirina kazên ku çavkaniya debara wê bûye, piştî 25 salan şûnde ji ber bandora krîza aborî neçar maye dest jê berde û got: “Êmê wan pir zêde biha bûn. Em nikarin xwedî bikin.” DÎMEN HEYE   *Jin der barê binpêkirinên mafan ên li ser girtî û xizmên girtiyan axivîn û gotin: “Ev zext û zordarî ji tirsonekiya wan e. Sedema van binpêkirinên mafan tirsa wan a ji têkoşîn û hêza me ye.” DÎMEN HEYE   *Li Tirkiye û Kurdistanê her roj herî kêm sê jin tên qetilkirin û çapemeniya alîgir jî sûcên gumanbaran rewa dike. Bi vê jî sînor namîne bi dîmenên ‘demên kêfxweş’ sûcên gumanbaran vedişêrin û di weşangeriyeke wisa de israra xwe didomînin.