Qedexeya hilbijartinê dest pê kir 2024-03-30 18:00:02   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber hilbijartinên herêmî yên sibe li tevahiya Kurdistan û Tirkiyeyê tên lidarxistin, ji saet 18.00’an ve qedexeyên hilbijartinê yên ji aliyê YSK’ê ve hatin diyarkirin dest pê kir.   Qedexeya hilbijartinê ya ji aliyê Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) ve hat diyarkirin, ji ber hilbijartinên herêmî yên ku dê sibê li tevahiya Tirkiye û Kurdistanê bên kirin, dest pê kir. Qedexeyên ku wê ji saet 18:00 û pê ve bikevin meriyetê, gelek tedbîran dihewîne.   Di qedexeyên hilbijartinê de firotin û vexwarina alkolê jî heye. Xwaringeh û cihên şahiyê dê nikaribin di dema qedexeyê de alkolê bifroşin an destûr bidin.   Di roja hilbijartinê de jî qedexeya çûnûhatinê dê ji destpêka saetên dengdanê ve bikeve meriyetê. Di vê heyamê de ji bo hin wesayit ji bo ketina trafîkê ji aliyê YSK'ê ve destûreke taybet bê dayîn. YSK bi qedexeya hatinûçûnê re armanc dike ku di roja hilbijartinê de qerebalixa trafîkê kêm bike, pêşî li hewldanên muhtemel ên veguhestina dengên derqanûnî bigire û bi giştî ewlehiya hilbijartinê zêde bike. Dibe ku qedexe ji bo hin kategoriyên wesayîtan, bi taybetî veguhestina gelemperî, wesayîtên taybet û, di hin rewşan de, wesayîtên bazirganî de derbas bibe. YSK dema pêwîst bibîne dikare îstîsnayên wek wesayîtên xizmetên tenduristiyê, îtfaiye, polîs û xizmetên wek wan ên lezgîn destnîşan bike û rê bide van wesayîtan ku bikevin trafîkê.   Her wiha her cure meş, mîtîng û çalakiyên bi vî rengî yên ku di roja hilbijartinê de li qadên giştî bên lidarxistin, her wiha propagandaya bi amûrên weke megafon û hoparloran jî wê bên qedexekirin.