Şandeya navneteweyî bi rojnamevanan re hevdîtin kir 2024-03-30 16:21:52       AMED - Şandeya ku ji Ewropayê ji bo şopandina hilbijartinê hat, li Amedê bi rojnamegeran re hat cem hev û derbarê serpêhatiyên wan de agahî girtin.   Şandeya navneteweyî ji Ewropayê ji bo şopandina Newroza Amedê ya dîrokî û hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê hatin Amedê, îro serdana Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firat (DFG) û Nûnertiya DÎSK'ê ya Basîn-Îş'ê ya Amedê kir. Bi Hevserokê Giştî yê DFG Serdar Altan û Sekretera Giştî ya DFG Gulşen Koçuk, Seroka MKG'ê Roza Metîna, Nûnerê DÎSK Basin-Îş'ê yê Amedê Hakki Boltan re hevdîtin pêk anî. Di hevdîtinê de xebatên çapemeniyê yên li Kurdistan û Tirkiyeyê û zextên li ser Çapemeniya Azad weke mijarên sereke hatin nirxandin.   Derbarê rojnamegerên girtî û şert û mercên xebatê de agahî hatin dayîn. Her wiha di civînê de nêrînên li ser atmosfera hilbijartinê û çawaniya şopandina hilbijartinê û neyînîyên muhtemel hatin nîqaşkirin.