Namzet Songul Duzgun: Em ê ya aydê xwe bigirin 2024-03-30 09:08:41   Gülistan Gülmüş   XARPÊT - Namzeta hevşaredariyê ya Depê Songul Duzgun, ji bo hilbijartina roja yekşemê pêk tê bang li gel kir. Songul Duzgun da zanîn ku wê navçeya Depê bikin bajarê jinan û wiha got: “Em bang li jinan dikin ku xwedî li îradeya xwe derkevin. Bila biçin ser sindoqan û denga xwe bi kar bînin. Bila bi dengên xwe xwedî li wan sindoqan derkevin.   Ji hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê re rojek ma. Li Xarpêtê gel ji bo hilbijartinê amade ye. Xebatên hilbijartinê yên DEM Partiyê bê navber berdewam kirin. Namzetên Dem partiyê ku vê pêvajoyê bi gel û jinan re di têkiliyê de  bû, diyar kir ku daxwaza wan ev e ku gel xwedî li îradeya xwe derkeve.Namzeta hevşaredariyê Songul Duzgun da zanîn ku di rewşa şaredariyê bigirin de wê ji bo jinan qadê vebikin û banga xwedîderketina li dengan û sindoqan kir.   Songulê balkişand ser pêvajoya hilbijartinê û daxuyakirin ku di vê pêvajoyê de herî zêde ji jinan piştgirî girtine û sedema vê jî ev e ku  namzetên hevşaredariyê yên jin bûne hêvî. Songulê wiha daxuyand: “Pêşengî û serkeftina vê têkoşînê wê dîsa bi jinan pêk bê. Ne tenê jinên DEM Partiyê hemû jin pir erênî nêz dibin. Hebûna pergala hevserokatiyê pir xweşe. Bi salane mêran temsîl kir. Lê DEM Partiyê cih da jinan. Nûneriya jin bûn hêvî.”   ‘Em xwedî li pêşeroja xwe derdikevin’   Songulê ji bo hilbijartinên ku roja yekşemê dê pêk bên ev bagn kir: “Em bang li jinan û li gelê xwe dikin ku xwedî li îradeya xwe derkevin. Bila biçin ser sindoqan û dengên xwe bi kar bînin. Bila xwedî li sindoqan derkevin. Em ê bi hev re bi ser kevin. Em bi vê bawer dikin. Em ê tiştên aydê xwe şûnde bigirin."