ROJEVA 30'Ê ADARA 2024'AN 2024-03-30 09:00:00     *Namzeta hevşaredariya Dêrsîmê Bîrsen Orhan bang kir ku divê gele Dêrsîmê xwedî li îradeya xwe derkeve û wiha got: “Gelek deng dikare gelek lîstikan xera bike. Em gelê Dêrsîmê vexwendiyê ser sindoqan dikin.  BI DÎMEN    *Di hilbijartinên herêmî yên ku dê di 31’ê Adarê de bên kirin de 61 mîlyon û 441 hezar û 882 hilbijêr dê biçin ser sindoqan. Li aliyê din 1 mîlyon 32 hezar û 610 ciwan wê cara ewil dengê xwe bikar bînin.   *Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol beriya hilbijartinan balkişand ser ewlehiya sindoqan û got: “Bêyî ku em destûr bidin helwestên provakatîf divê em bi hevkariyek mezin sindoqan biparêzin, ev wê bi piştevaniyê bê avakirin. Li dijî helwestên provakatîf divê gel  hişyar be." BI DÎMEN    *Namzeta hevşaredariyê ya Depê Songul Duzgun, ji bo hilbijartina roja yekşemê pêk tê bang li gel kir. Songul Duzgun da zanîn ku wê navçeya Depê bikin bajarê jinan û wiha got: “Em bang li jinan dikin ku xwedî li îradeya xwe derkevin. Bila biçin ser sindoqan û denga xwe bi kar bînin. Bila bi dengên xwe xwedî li wan sindoqan derkevin. DÎMEN HEYE