Ji DEM Partiyê bo ‘hilbijêrên kaçax’ serlêdana sûc 2024-03-29 20:34:39   ENQERE- DEM Partiyê li Îdîr, Qers û Sêrtê bi hinceta ‘di qeydên hilbijêr û lîsteyan de sextekarî’  der barê Wezareta Parastinê, Midûriyeta Giştî ya Nifûsê û Wezareta Karê Hundir de serlêdana sûc kir.   Partiya Wekhevî û Demokerasiyê ya Gelan (DEM Partî) der barê 15 hezar û 249 ‘hilbijêrên kaçax’ yên li Îdîr, Qers û Sêrtê hatine veguhestin de serlêdana sûc kir. Partiye bi hinceta ‘ di qeydên hilbijêr û lîsteyan de sextekarî’  der barê rayedarênWezareta    Parastinê, Midûriyeta Giştî ya Nifûsê û Wezareta Karê Hundir de serlêdana sûc kir.