Li 4 bajaran çalakiya Nobeda Edaletê 2024-03-26 16:35:00     NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya Nobeda Edaletê li Wan, Mêrdîn, Amed û Stenbolê bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” didome.    Di 10'ê Cotmehê de bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" pêngavek ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat destpêkirin. Girtiyên siyasî yên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê jî ji bo piştgiriyê bidin pêngavê di 27'ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê kirin. Her wiha Xizmên girtiyan bi heman armancê li Amed, Wan, Mêrdîn, Êlih Stenbol, Mêrsîn, Edene û Îzmîrê jî bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” dest bi Nobeda Edaletê kirin.     Stenbol    Li Stenbolê Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan dane destpêkirin di roja 106’emîn de berdewam kir. Gelek kes serdana çalakiya nobeta ya di avahiyê Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a navçeya Sultangaziyê de tê domandin, kirin.    Rêxistinên DEM Partiyê yên navçeyên Eyupsultan û Başakşehîrê serdana malbatên çalakiyê didomînin kirin. Xizmên girtiyan û kesên hatine serdanê, gelek caran diruşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.    Di serdanê de Delegeya Stenbolê ya DEM Partiyê Zubeyde Çiftçî destnîşan kir ku li Tirkiyeyê pergala edaletê riziyaye û diyar kir ku mekanizmaya hiqûqê ya cihêkar di dewrê de ye. Çîftçî anî ziman ku divê daxwazên xizmên girtiyan werin pêkanîn. Zubeyde da zanîn ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye û wiha axivî: “Di Destûra Bingehîn de li gorî kesekê hiqûq nîn e. Hiqûq ji bo her kesekê heye û ji bo her kesê jî wekhev tê sepandin. Heke hiqûq neyê sepandin, ev nîşan dide ku edalet nîn e. Daxwaza van dayikan ew e ku hiqûq û edalet wekhev were sepandin. Bi rastî jî divê her kesek were û van dayikan bibîne.” Zubeyde di dawiya axaftina xwe de banga piştevaniya bi xizmên girtiyan re kir.     Nobeta Edaletê bi serdanan dom kir.    Wan   Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) hatiye destpêkirin di roja 109’emîn de di avahiyê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê de berdewam kir. Namzetên Hevşaredariyê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Canan Uzunay û Cevdet Altindag serdana nobetê kirin.    Ji dayikan Kewê Işik di nobetê de axivî û wiha got: “Zarokên me ev 121 roj in di zindanan de greva birçîbûnê didomînin. Ev tecrîd ser zarokên me û gelê kurd tê meşandin. Ez hemû mirovên xwedî wijdan vedixwînim piştgiriyê. Heya ku tecrîda ser birêz Ocalan renebe, dê tecrîda ser girtîgehan jî ranebe. Heke riyeke aştiyê hebe ew jî hevidîtina bi birêz Ocalan re ye. Divê demildest ev hevdîtin pêk werin. Ji bona ku siberojê darbest ji girtîgehan dernekevin, em banga rabûna ser piyan ji hemû mirovan dikin.”    Mêrdîn    Nobeta Edaletê ya bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd li Mêrdînê hatiye destpêkiirin, di roja 79’emîn de berdewam dike. Di çalakiya ku bi dehan dayikan tê domandin de, stranên berxwedanê hatin gotin. Dayik derbarê çalakiyên Nobeta Edaletê de suhbet kirin. Xizmên girtiyan û Dayikên Aştiyê gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.    Amed    Nobeta Edaletê yê Amedê jî di roja 113’emîn de berdewam kir. Xizmên girtiyan ên di avahiyê Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a navçeya Rezanê de  çalakiya xwe didomînin, pêşmalkên li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” li xwe kirin.   Xizma girtî Meryem Turan anî ziman ku ew li dijî tecrîdê 113 roj in Nobeta Edaletê digirin û ev tişt gotin: “Em wek dayik dê heya tecrîda ser Rêber Apo rabe, li ber xwe bidin. Di serî de dayikên girtiyan, ez hemû dayikan vedixwînim pişgiriya çalakiya me. Her ku ev tecrîd were domandin em ê aram nebin. Em jî di malên xwe de di bin tecrîdê de ne. Tekane daxwaza me rabûna vê tecrîdê ye. Tenê em ê wê demê aram bin û vegerin li malên xwe. Di nobetê de stranên kurdî hatin strandin.