Di civîna gel de banga 'li sindoqan xwedî derkevin' 2024-03-26 14:08:56     WAN - Di dema eleqeyek mezin ji bo namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê ku tevlî civîna gel a li Elbakê bûn hat kirin de, di axaftinan de banga parastina sindoqên 31'ê Adarê hat kirin.   Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li navçeya Elbakê ya Wanê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de civîneke gel li dar xist. Namzeta Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Wanê ya DEM Partiyê Neslîhan Şedal, Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kurt, Parlamenterê DEM Partiyê yê Mûşê Sezaî Temellî, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek kes beşdarî civînê bûn.   Endamên partiyê li ketina navçeyê bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin, piştre bi konvoyeke qelebalix derbasî navenda navçeyê bûn. Welatiyên li navçeyê bi alên zer, sor û kesk endamên partiyê pêşwazî kirin û beriya axaftinan demeke dirêj govend gerandin.   Gulşen Kurt a destpêkê axivî, bi silavkirina girtiyên di greva birçîbûnê ya li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê dest bi axaftina xwe kir. Gulşenê da xuyakirin ku hilbijartinên 31'ê Adarê di demeke ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kûrtir bûye û bêhiqûqî, xizanî, kuştina jinan û desteserkirina îradeyê zêde bûye de tên kirin û destnîşan kir ku ev  hilbijartina hesappirsînê ya li ser sindoqan e. Herî dawî Gulşen bang li her kesî kir ku biçin ser sindoqan û got, “Ji 14 şaredariyên Wanê em ê 14 şaredariyan bi dest bixin. Em ê qeyûman bişînin cihê ku jê tên. Em ê xwe û bajarê xwe bi rêve bibin."   Namzetên Hevşaredarên Elbakê Şengul Polat û Feyzî Caner diyar kirin ku ew ê di hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê de bersiveke tund bidin qeyûman û bang li her kesî kirin ku biçin ser sindoqan û gotin, "Dema parastina axa Kurdistanê ye."   'Avakirina jiyana demokratîk'   Namzeta Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal, diyar kir ku ji hilbijartinê re pir hindik maye û pêwîst e di vê pêvajoyê de şoreş were kirin. Neslîhanê diyar kir ku têkoşîna gelê Kurd ne têkoşîna seroktî û berjewendiyên şexsî ye û destnîşan kir ku ew têkoşîna aştî, azadî û demokrasiyê didin. Neslîhanê diyar kir ku deriyê wan ji her kesî re vekirî ne û wiha got: “Eger dayikên me bi cil û bergan zer, sor û kesk hatin, zanibin ku ev der cihekî welatparêziyê ye. Em ê di dema hilbijartinê de ji qeyûman hesab bipirsin." Neslîhanê bi bîr xist ku hemû projeyên wan ji aliyê qeyûmê ve hatine betalkirin û destnîşan kir ku piştî şaredariyê bi dest bixin dê bi hemû hêza xwe piştgiriyê bidin gel. Neslîhanê diyar kir ku ew ê bi modela hevserokatiyê li her kolanên Elbakê jiyana demokratîk ava bikin û got, "Em ê şaredariya xwe bi ruhê ciwan û jinan û bi welatparêzî bi rê ve bibin."   'Tişta tê ser maseyê ji bo her kesî ya baş e'   Parlamenterê DEM Partiyê Sezaî Temellî jî got, “Erdogan ê ku heserokatiya me mînak girt bi MHP'ê re hevserokatî ava kir.  Dîsa vedigerin û êrîşî DEM partiyê dikin dikin. Ew dibêjin ku teên dikarin bi vê helwesta xwe pêşve biçin.   Hemû şaredariyên me deyndar hiştin.Rewş ew qas xirab e ku ew qeyûman jî diguherînin." Sezaî, da zanîn ku hikûmet bi şer hewl dide hebûna xwe bidomîne û got, “Em ê bi israr bibêjin ‘Aştî, azadî’. Rêya me rêya sêyemîn e. Rêya me hêviya me ye. Ev rê nîşanê çareseriyê ye, muxatab nîşan dide. Tişta ku Ocalan tîne ser maseyê ji bo her kesî baş e."   'Divê her kes dengê xwe bide'   Di dawiyê de Sezaî bal kişand ser girîngiya dengdanê û got, “Em ê di 31’ê Adarê de biçin ser sindoqan û dengên xwe biparêzin. Ew deng siberoja zarokên me ne, mîrateya têkoşîna me ye.  Ji ber vê yekê em ê 5 rojan bi şev û roj bixebitin.  Yên ku li derve ne, bila werin dengê xwe bidin."