Gulîstan Kiliç Koçyîgît: Li Îmraliyê berxwedana aştiyê heye 2024-03-26 09:04:29     Neslîhan Kardaş   QERS - Gulîstan Kiliç Koçyîgît, bal kişand ser tecrîda li ser rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, diyar kir ku ev 3 sal in jî bi tu awaî agahî jê nayên girtin û tecrîd her ku diçe li ser civakê belav dibe. Gulîstanê got: “Tecrîda Îmraliyê divê di dîroka sedsalî de bê xwendin û ev 25 sal in ku li Îmraliyê ji bo aştî û çareseriya pirsigirêka kurd têkoşîn heye."   Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 25 sal in di bin şert û mercên giran ên tecrîda girankirî de li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê tê ragirtin, tu agahî nayê girtin. Girtiyên siyasî Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên ku bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re di heman girtîgehê de ne jî di heman şert û mercên tecrîdê de ne. Li gel ku hemû bangên ji bo rakirina tecrîda li ser Îmraliyê bê bersiv mane, girtiyên siyasî jî ji 27’ê Mijdara 2023’an û vir ve bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger didomînin. Li gel grevên birçîbûnê, Nobeda Edaletê ya ji aliyê xizmên girtiyan ve li bajarên cuda hatiye destpêkirin jî bê navber didome.   Cîgira Serokatiya Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) û Parlamentera Qersê Gulîstan Kiliç Koçyîgît têkildarî tecrîdê nirxandin kir.   'Tecrîda Îmraliyê divê di dîroka sed salî de bê xwendin'   Gulîstanê da zanîn ku pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke sed salî ye û dema em li avabûna Komara Tirkiyeyê dinêrin, di bingehê wê de têgihiştineke yekperst heye û kurdan gelek êş kişandine jî destê vê komarê.  Gulîstanê got, “Mixabin ji dema ku Komara Tirkiyê ava bûye, ji ber ku di rastiya xwe de ne komareke piralî bûye, xwestiye hemû bawerî û civakên cuda asîmîle bike. Mixabin di nava van civakên ku hatine xwestin bên tunekirin de herî zêde gelê Kurd para xwe  girtiye û hatiye asîmîlekirin.  Lê gelê Kurd li dijî vê polîtîkaya red û înkarê têkoşînek bênavber meşandiye. Têkoşîna 45 salên dawî ya li dijî vê polîtîkaya red û înkarê ya sed salî  didome. Divê ku anîna birêz Ocalan a Tirkiyeyê di sala 1999’an de jî di vê çarçoveyê de bê şîrovekirin. Pir eşkere ye ku hem hêzên navneteweyî bixwe û hem jî statûkoya dewleta Tirk naxwaze pirsgirêka Kurd çareser bibe."   'Bi girtina Birêz Ocalan xwestin pêvajoyê bi dawî bikin '   Gulîstanê bi bîr xist ku beriya sala 1999'an agirbestên yekalî hatin ragihandin û Abdullah Ocalan gelek caran banga agirbestê kir û di vê wateyê de gelek caran bangên diyalogê ji dewletê re hatin kirin û got, "Dem  bi dem bi dewletê re hevdîtin hatin kirin. Ji ber vê yekê em jî dizanin ku rayedarên dewletê yên ku nêzî çareserî û aşitiyê bûne bi rêyên bi guman jiyana xwe ji dest dane û Ozal jî yek ji wan e.  Di nava dewleta tirk de hişmendiyeke ku divê meseleya Kurd neyê çareserkirin heye. Dema ku birêz Ocalan anîn Girtîgeha Îmraliyê, dewlet di fikra ku dê vê pêvajoyê bi vî rengî bi dawî bike de bû.  Hişmendiyeke ku dê gelê kurd dest ji azadî û bi destxistina statuya xwe berde hebû.   Piştî vê feraseta ku gelê Kurd wê dev ji daxwaza xwe ya wekhevî, azadî û statuyê berde, derket holê. “Lê pêvajoya 25 salan nîşan da ku ev ne wiha ye û gelê Kurd dest ji daxwaza xwe ya azadî, aştî û statuyê bernade."    'Navnîşana çareseriyê Ocalan e'   Gulîstanê, anî ziman ku beriya Abdullah Ocalan bînin Îmraliyê, wî gelek caran anî ziman ku îradeya jiyana bi gelên Tirkiyeyê re girêdayî çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd e û eger pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk çareser bibe dê Tirkiye pêş bikeve. Gulîstanê wiha dirêjî da axafitna xwe, 25 salên pêvajoya li Îmraliyê bi lêhurbûna çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêyên demoratîk derbas bû. Lê ev lêhûrbûn tenê ne li ser çareseriya pirsgirêka kurd e, di rastiyê de hem li ser gelên din  li Tirkiyeyê dijîn û hem jî gelên li Rojhilata Navîn dikarin wekhev û azad bin, ev lêhûrbûn mantiqa netew-dewletê ku sîstema koletiyê çawa di nav xwe de dihewîne eşkere dike.  Birêz Ocalan ev bi rêya parzerên xwe ev ji derve re ragihand.  Birêz Ocalan di axaftina xwe ya dawî ya bi telefonê de got, 'Eger derfet bê dayîn, ez dikarim di nava hefteyekê de vê pêvajoya pevçûnê bi dawî bikim.' Ev bi zelalî nîşan dide ku ew xwedî çi hêzek mezin e, li gorî şert û mercên heyî ku em tê de ne."   'Çareseriya pirsgirêka kurd bi rêya aştiyane'   Gulîstanê derbarê tecrîda heye û ku çia Ocalan 25 sal in di bin tecrîdê de ye jî wiha ogt, "Birêz Ocalan diyar dike ku ew dixwaze çareseriya pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk û aştiyane di nava komaraTirkiyeyê bê çareserkirin û statuyeke  qanûnî ya ji bo ziman, çand û hemû mafên gelê kurd  bê dayîn û dibêje ku ev yek bi rêyên demokratîk pêkan e."   'Hikûmet ji şer xwedî dibe'   Gulîstan, anî ziman ku aştî û hizirkirina çareseriyê hikûmeta niha û yên berê aciz kiriye û got, “Him hikûmeta niha û him jî hikûmetên berê ji şer hatine xwarin. Ji bo kontrolkirina civakê û bingeha wan hewceyê hewayek domdar a tirsê hebe. Pêdivî ye ku ew vê hewaya tirsê zindî bihêlin û ew vê yekê bi du awayan dikin. Ya yekem, her tim pirsgirêka Kurd kûrtir dikin, bêçareseri dihêlin û li demê belav dikin. Ya duyemîn jî hêzên li dijî yekitiya Tirkiyeyê hene ku gelek caran bi çîroka hêzên derve tên vegotin û ev hêz dixwazin yekîtiyê parçe bikin. Dixwazin bi paranoya xwe xitimandinê kûrtir bikin.  Bi vê yekê re mirina leşkeran dewam dike û gerîla jiyana xwe ji dest didin. Bi gotineke din, rewşa pevçûneke germ berdewam dike."   'Mafên demokratîk ên gelê Kurd tên taloqkirin'   Gulîstanê di axaftina xwe de bal kişand ser wê yekê ku bûdceya şer beşeke mezin butçeya dewletê pêk tîne û ev rewş gelek caran di meclîsê de tê nîqaşkirin û wiha got: “Lêçûnên leşkerî yên giran hene. Tirkiye hewl dide ku bi pîşesaziyek şer a giran mezin bibe û pêş ve biçe. Di heman demê de hemû mafên demokratîk ên gelê Kurd tên taloqkirin. Mafê dengdanê, mafê temsîliyeta xwe û mafê rêvebirina bajarên xwe dane sekinandin û di vê wateyê de mafên herî bingehîn ên welatîbûnê ji holê radikin. Lê operasyonek heye ku hewl dide çanda kurdî, zimanê kurdî, her tiştê ku bi hebûna kurdan ve girêdayî ye tune bike, hewl dide kurdan bê bîr, bê dîrok û bê kok nîşan bide. Ji ber ku rastî tecrîda li ser birêz Ocalan hatin van polîtîkayan hemû didomînin. Divê em bibînin ku ev yek bi hev ve girêdayî ne.. Ev tecrîd li ser gelê Kurd, aştî û kedkaran tê meşandin. Tecrîd ji bo 81 milyon welatiyên li Tirkiyeyê dijîn e. Yek ji sedemên vê ya herî girîng jî pirsgirêka Kurd e. Polîtîkaya xitimandina pirsgirêka Kurd e. Birastî jî sedema xurtkirina faşîzma li Tirkiyeyê ye ku ji vê jî wêdetir e. Divê em vê yekê bibînin ku tecrîd bi rastî desthilatdariya faşîst xurt dike. Di fikra ku rêya vê yekê hem bi polîtîkaya tecrîdê û hem jî bi şer û pevçûnê ye. Ji bo vê jî roj bi roj polîtîkaya tecrîdê kûrtir dikin."   'Ma em bi rastî azad in?'   Gulîstan, anî ziman ku dema ew li her kêliya jiyana xwe dinêrin, kî ji wan dikare bêje ku ew li derve ne û azad in? Gulîstanê diyar kir ku Divê her kes pirsa "Gelo em bi rastî azad in?" Gulîstanê wiha dewam kir, "Mafên me yên herî bingehîn tên tunekirin û taloqkirin. Em nikarin mafên xwe yên herî asayî, azadiya çapemenî û derbirînê jî bi kar bînin. Îro wek kurdan ziman û nasnameya me qedexe ye. Di pîrozbahiya Newrozê de jî em  bi cil û bergên xwe yên netweyî nikarin bikevin qada Newrozê. Em behsa sîstemeke mêtinger dikin, ku tehemûl nake ku kesên bi cil û bergên xwe yên neteweyî  cejna Newrozê pîroz bikin.  Bi gotineke din em dibînin ku li pişt her qedexe û astengiyekê polîtîakyek hatiye pêşxistin heye."   'Li Îmraliyê berxwedana aştiyê...'   Gulîstan, diyar kir ku Îmraliyê weke laboratûvarê tê bikaranîn û polîtîkaya tecrîd û îşkenceyê ya giran li hemû girtîgehan belav bûye û got, "Hemû pêkanînên derqanûnî destpêkê li Îmraliyê dest pê kirin. Mînak pêşî li serdanên parêzeran ên li Îmraliyê kamera danîn. û li Îmraliyê jî qedexeyên telefonê hatin danîn. Gulîstanê ev tişt got, " Birêz Ocalan tu carî nekariye mafê xwe yê telefonê bikar bîne. Îstîsnayek dawî kirin û ji ber vêm axaftin dîsa birîn, axaftinek pir kêm bû. Ji serdanên cejnê bigire heta hevdîtina malbat û parêzeran pêşî li Îmraliyê hatin astengkirin. Dûre berê xwe da polîtîkaya îşkenceyê ya li dijî girtiyên siyasî yên li seranserê welat. Em niha ne tenê li girtîgehan, di her aliyê jiyana xwe de behsa jiyaneke tecrîdkirî dikin.  Her çiqas dem bi dem hin paşveçûn û rehetbûn çêbibin jî em dibînin ku fikra bingehîn a dewletê li hemberî kurdan tu carî neguheriye. Em vê yekê ji pêvajoya Îmraliyê ya çarsed salî dibînin. Em dibînin ku Birêz Ocalan li hemberî dewletê xwedî nêzîkatî û têkoşîneke bingehîn e û di dewletê de zîhniyeta çareseriyê pêş dixe. Bi taybet dema ku heyet çûn Îmraliyê, diyar kir ku di hevdîtinan de hewl didin di nava dewletê de zîhniyeta çareseriyê biafirînin. Di hevdîtinên dawî de jî diyar kir ku ew bi rastî jî hewl didin ji bo gelê Kurd cihekî qanûnî vekin. Wî bi van gotinan  cihekî ku pêwendiya xwe bi mafên mirovî yên gerdûnî û hiqûqa gerdûnî re datîne eşkere dikir. Di vê wateyê de em dikarin behsa berxwedana aştiyê ya li Îmraliyê bikin. Eger em behsa berxwedana aştiyê ya Îmraliyê bikin ku 25 sal in ji bo aştî, çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, wekhevî, azadî û statuya destûra bingehîn a gelê Kurd hatiye dayîn, em ê ne şaş bin."   Tecrîd û grevên birçîbûnê   Gulîstan, da zanîn ku pêvajoya tecrîda 25 salan dem bi dem girantir bûye û veguheriye tecrîda mutleq û diyar kir ku li dijî tecrîda li ser Abdullah Ocalan gelek caran grevên birçîbûnê tên lidarxistin. Gulîstan bi bîr xist ku 50 siyasetmedar û nûnerên saziyên demokratîk cara yekem di sala 2016’an de dest bi greva birçîbûnê kirin û got, “Di encamê de hevdîtinek pêk hat. Piştre jî greva birçîbûnê ya Leyla Guven dest pê kir û 200 roj berdewam kir. Dîsa li gelek girtîgehan dest bi greva birçîbûnê kirin û veguherî rojiya mirinê. Piştî van hemû grevên birçîbûnê û berxwedanê me dengê birêz Ocalan bihîst. Li vir divê rexneyekê em li xwe bikin. Divê bê gotin ku her  diçe tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan kûr dibe, girtiyên siyasî yên di girtîgehê de berpirsyariya vê yekê hîs dikin û dixwazin bedena xwe ya ku yekane hêza wan e birçî bihêlin. Rexneyên mezin li me divê bên kirin ku em, bi rastî dikarin vê yekê wekî hevalbendiyek ne têr binav bikin. Em li derve ne, ji bo bidawîkirina vê tecrîdê em dikarin hîn bêhtir têbikoşin û aktîftir bin.  Di vê mijarê de em di helwesta xwe rexnekirinê de ne. Helbet girtiyên siyasî bi zelalî dibêjin 'Em çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û bidawîkirina tecrîda li ser Birêz Ocalan dixwazin'. Ev daxwaz ewqas rewa ye ku tu hêz nikare rê li ber vê daxwazê ??bigire. Armanc ew e ku em vê daxwazê ??bigihînin civakê."   Dayikên di Nobeda Edaletê de   Gulîstanê bal kişand ser çalakiyên "Nobedarên Edaletê" yên li gelek bajaran ji aliyê dayikên girtiyan ve hatine destpêkirin û wiha got: "Çawa ku dayik pêşî bi pêdiviya vê çalakiyê hay bûn û Nobeda Edaletê dan destpêkirin, pêwîste bi mîlyonan kes li dora vê daxwazê ??bi rêxistin bibin û bibin yek û civakî bikiin."   'Divê ev sedsal bi demokrasiyê bi dawî bibe'   Gulîstanê, destnîşan kir ku ew di sedsala duyemîn a Komarê de ne û diyar kir ku divê ev sedsal bi demokrasiyê bê tackirin. Gulîstanê got, “Rêya avakirina komara demokratîk çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd e. Rêya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, rakirina tecrîda li Îmraliyê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan e. Ev mijarên ku bi hev ve girêdayî ne.  Di vê wateyê de erka me ya herî mezin civakîkirina têkoşîna aştiyê ye. Dibe ku xeletiya me ya herî mezin di pêvajoya Îmraliyê de ew bû ku hemû bar û berpirsyarî me danî ser milên birêz Ocalan. Lê belê birêz Öcalan her tim digot, 'Pêwîste hûn têkoşîna aştiyê civakî bikin'. Em di vî warî de kêm man. Lê divê em îro vê yekê bikin. Pêwîste em bi milyonan li dora daxwaza aştiyê bi rêxistin bikin û ji bo vê jî divê em daxwaza azadiya Birêz Ocalan bi milyonan bînin ziman û rêxistinbûna wê misoger bikin."   'Bêyî çareseriya pirsgirêka Kurd welat demokratîk nabe'   Gulîstanê, da zanîn ku çalakiya gireva birçîbûnê ya girtiyên li girtîgehê û çalakiya Nobeda Edaletê ya dayikan bi awayekî zelal rêya têkoşînê nîşanî wan dide û wiha got: “Divê em vê jî bigihînin civakê. Di navbera 1 û 15’ê Sibatê de li derve Meşa Azadiyê hebû ku rastî bandorek mezin kir. Me careke din dît ku pêdiviya civakê bi dengê Birêz Ocalan heye.  Di vê dema dawî de em dibînin ku hem daxwaza aştiyê û hem jî daxwaza rakirina tecrîda li ser Birêz Ocalan hema bêje mohra xwe li qadên Newrozê daye.  Ev berpirsyarî ne tenê ya gelê Kurd e, berpirsyariya her kesê li Tirkiyeyê dijîn e. Ji ber ku ev şer ne tenê li ser Kurdan bandorê dike li bi mîlyonan mirovên li Tirkiyeyê dijîn jî bandorê dike. Îro ger sînorê birçîbûnê 15-17 hezar lîre be û kesên teqawît tenê 10 hezar lîreyî bistînin, ev tê wê wateyê ku li vî welatî pirsgirêk heye. Ev pirsgirêk pirsgirêka kurd e. Ger hemû derfet ji bo şer û çekan bên bikaranîn, divê civak vê yekê bipirse. Pereyê kê diçe ji şer re? Divê em tevgerê mezin bikin ku pereyên min ji min re, zarokên min, her kesê ku di vê civakê de dijîn re biherike. Eger ne wisa be, ev hikûmet wê bi şerekî eşkere milyonan bindest bike."