ROJEVA 26'Ê ADARA 2024'AN 2024-03-26 09:00:00     * Ji bo derxistina qûmê kolandina taxê, valakirana qûman a li ser rê, tedbîrnegirtina bi dehan çalên servekirî, komnekirina çopên li dora çem û avakirina stargehên kucikan a di nava taxê de pirsgirêkên sereke yên taxa Fatîh a Agiriyê ye. Ev yek polîtîkayên şaredariyên AKP'ê yên li hemberî Kurdistanê bi zelalî radixe ber çavan. BI DÎMEN    * Turunç Kiliç, 10 sal in bi nanpetinê debara xwe dike û bang li jinan dike ku bila bixebitin û Her di nav hewldanê de bin. BI DÎMEN    *Gulîstan Kiliç Koçyîgît, bal kişand ser tecrîda li ser rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, diyar kir ku ev 3 sal in jî bi tu awaî agahî jê nayên girtin û tecrîd her ku diçe li ser civakê belav dibe. Gulîstanê got: “Tecrîda Îmraliyê divê di dîroka sedsalî de bê xwendin û ev 25 sal in ku li Îmraliyê ji bo aştî û çareseriya pirsigirêka kurd têkoşîn heye." DÎMEN HEYE