Tulay Hatîmogullari: Em ê aştiyê bi dest we bînin 2024-03-25 16:09:26     MÊRSÎN - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tûlay Hatîmogullari di serdana xwe ya Nobeda Edaletê de axivî û got, “Em ê bi hev re, bi destên xwe aştiyê bînin xaka Anatolya û Mezopotamyayê. Ez bawer dikim ku têkoşîna me wê bibe sedema vê yekê."   Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatimogullari, çû serdana Nobeda Edaletê ya Mêrsînê. Tûlaya ku piştgirî da çalakiya nobedê ya ku 115 roj in ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd dewam dike, Parlamenter Perîhan Koca û Alî Bozan û endamên partiyê jî li gel wê cih giritn.   Tulayê li Nobeda Edaletê ku li avahiya Komeleya Piştevaniya bi Xizmên Girtî û Hukumxaran  a Çukurovayê (Çukurova TUAY-DER)  Xizmên girtiyan û Dayîkên Aştiyê yek bi yek silav kirin. Di çalakiya nobetê de bê navber dirûşmên "Bijî berxwedana zindana" û "Bê Serok jiyan nabe" hatin berzkirin.   Bang   Dayika Aştiyê Meryem Erbey ji bo hevgirtina Tûlayê spas kir û bang li her kesî kir ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd têbikoşin. Meryem da zanîn ku rêya aştiya li welat bi Abdullah Ocalan pêkan e û destnîşan kir ku heta azadiya Ocalan wê çalakiyên wan bidomin.   Navnîşana çareseriyê Îmrali ye   Piştre Tûlay mafê axaftinê girt û destpêkê xizmên girtiyan û Dayikên Aştiyê silav kir. Tûlay diyar kir ku çareseriya pirsgirêka kurd Îmraliyê ye û got, "Em di wê baweriyê de ne ku Nobeda Edaletê wê rê li ber çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd veke. Her wiha em di fikra ku wê deriyên çareseriya gelek pirsgirêkên li Rojhilata Navîn veke de ne. Li Rojhilata Navîn du pirsgirêkên girîng hne. Yek pirsgirêka Kurd û ya din jî pirsgirêka Filistînê ye, çareseriya her du pirsgirêkan ji bo gelên Rojhilata Navîn û ji bo aştiya Rojhilata Navîn gelekî girîng e. Em weke gelên ku jiyana hevpar diparêzin, weke siyaseta ku diparêzin, weke paradîgmaya ku jiyana hevpar diparêze, em di wê baweriyê de ne ku çareseriya pirsgirêka Kurd a li vî welatî wê jiyana hevpar hîn xurtir bike û wekheviya her kesî pêk bîne ku bi ziman, çand û rengê xwe bijîn."   'Em ê dest ji têkoşînê bernadin'   Tülay di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Bi rastî ji bo hemû gelên Tirkiyeyê girîng e ku ev daxwazên li Nobeda Edaletê derdikevin pêş. Ev pirsgirêka ku îro ji bo Kurdistanê dewam dike,niha li aliyê din ê sînor e. Hûn amadekariyên şer dizanin. Gelek kes ji hikûmetê bi taybetî wezîrê derve, nûner li Iraqê civînên şer li dar dixin, bi gelek welatan re jî danûstandinan dikin da ku rê li ber şer û pevçûnan vekin, îsal di Newroza 2024’an de jî mîna Newroza 2013’an hemû gelan û di serî de gelê Kurd daxwaza xwe ya aştiyê bi dengekî bilind anîn ziman. Lê  mixabin ev hikûmet bi civînên şer bersivê dide me, me duh dest jê berneda û em ê îro jî dest ji daxwaza aştiyê, daxwaza jiyana hevpar û têkoşîna ji bo mafên gelên bindest li vî welatî bernedin.   Aştî wê teqez pêk bê   Careke din ez vê têkoşîna bi rûmet a we dayikên me yên hêja û jinên delal silav dikim.  Helbet wê aştî were van xakan. Em ê bi we re e tovên mirinê, xwînê, rondikên çavan, van dijminatiyan, van pevçûnan, van fesadiyan, tovên dubendî û polazker ên ku tê xwestin di nava van mirovan de bên çandin, ji van axan ji holê rakin. Em ê bi hev re, bi destên xwe aştiyê bînin xaka Anatolya û Mezopotamyayê. Ez bawer dikim ku têkoşîna me wê bibe sedema vê."